Şêniyên Şêxmeqsûd a Helebê: Wê şoreşa jinê û berxwedana gerîla bi ser bikeve

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi meşekê tundiya li set jinan şermezar kir û destnîşan kir ku şoreşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berxwedana gerîka dê teqez bi ser bikevin.

24 mijdar, 2022   16:22
HELEB

Li Helebê ji bo piştgiriya şoreşa jinê û berxwedana gerîla meşek ji pêş jêrzemîna 8′ê Adarê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê dest pê kir, tê de jin, mêr û ciwanên ji hemû pêkhateyan, endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û xwendekar amade bûn.

Meş li kolanên taxê geriya û ber bi herêma Cebanat a rojhilat a Şêxmeqsûd ve kete rê. Di meşê de wêneyên rêber Ocalanû wêneyên şehîd Sosin Bîrhat, Selma, Mizgîn Bozan, Rojîn Îsa, Jîna Emînî, alên Kongra Star û YPJ′ê.

Li wir, hevseroka Saziyên Civaka Sivîl a Helebê Suad Hesen axivî û rêber Abdullah Ocalan, gerîla, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HPC′ê silav kirin.

Suad wiha got: "Wek em dizanin roja 25′ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê ye, hemwestî wê dewleta Tirk a dagirker bi serkêşiya hikumeta Erdogan a faşîst êrişên hovane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û ji çend mehan ve hêzên gerîla bombebaran dike."

Suad wiha domand: “Ev êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gerîla, tundiya li ser jinan bi xwe ne, di encama van êrişan de jin tê tundkirin. Em mirov û xaka xwe ji dest didin, ji ber wê jî divê gelê me bêhtir xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker berpirs bibîne û piştigiryê bide QSD′ê.”

Piştre, endama rêveber a Navenda Lêkolînan a Jineolojî ya Helebê Rojiyan Hisên wiha got: “Em berxwedana YPJ-Starê heta bi berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav dikin. Em şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştgiriya vê berxwedanê dikin û li hember zihniya baviksalarî radibin."

(mh)

ANHA