​​​​​​​QSD’ê bîlançoya êrişan a 23’yê Mijdarê eşker kir

QSD’ê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên 23’yê Mijdarê ragihand. QSD’ê da zanîn ku êriş li ser 116 gund û bajaran çêbûne û 2 şervanên wan û endamekî Asayîşê şehîd bûne. Her wiha tevî 2 leşkerên hikumeta Şamê bi dehan sivîl jî birîndar bûne.

​​​​​​​QSD’ê bîlançoya êrişan a 23’yê Mijdarê eşker kir
24 mijdar, 2022   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagiker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên 23’yê Mijdarê eşkere kir.

Berfirehiya bîlançoyê wiha ye:

“Dagirkeriya Tirk sûcên şer li dijî gel û heremên me berdewam dike, bi van sûcan dixwaze jiyana gel xera bike û û derbê li vîna berxwedana wî bixe û ziyanê bigihîne têkoşîna wî ya ji bo jiyana hevbeş û aştîxwaz. Bi vê armancê dagirkerî hemû rêbazên derveyî xxlaq û pîvanan li heremê diceribîne, lê pir zelal e ew rêbazên bêexlaq nikare vîna şervan û gelê me bişikîne, berovajî wê her ku diçe têkoşîna me mezintir dibe û garantiya serkeftinê bi xwe re tîne.

Dagirkeriya Tirk bi êrişên ser binesaziya heremê sûcekî şer navdewletî pêk tîne, bi balafiran destekê dide DAIŞ’ê û dixwaze çeteyên wî ji zindan û kampan birevîne, bi êrişên ser kampa Holê û zindana Çirkînê ev zelal bû.

Duh dagirkeriya Tirk bêhtirî 116 gund û bajarok li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin armanc, balafirên şer û keşfê û çekên giran bi kar anîn, niyeta wê ya komkujiyan li ber çavan e. Dê ev sûcên dagirkeriyê bê bersiv nemînin û li ser esasê wê em ê hêza xwe mezin bikin û gelê xwe biparêzin.

Bîlançoya êrişên dagirkeriyê ya roja çarşemê 23 Mijdarê wiha ye:

HERÊMA EFRÎNÊ

Gundên Meyasê, Birc Qasê, Soxanekê, Aqibê, Bênê, Merenazê, Malikiyê, Tinnib, Tat maraş, Kiştear, û Elqemiye bi 208 roketên obusê û 150 guleyên bombeavêjan hatin armancgirtin.

Li Tepê Meyasê 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Til Rifat, Til Madiq, Hesacêk, Samuqa, Til Cîcan, Til Eyneb, Bêluniyê, Eyn Deqnê, Hirbilê, Şêx Îs, Minix 267 roketên obusê û 65 guleyên bombeavêjê hatin armancgirtin.

HERÊMA CIZÎRÊ

Til Temir

Bi balafirên keşfê li Ggndê El Hemra xistin. Di encamê de 2 şervan şehîd bûn, 3 şervan jî birîndar bûn.

Til Leben, Gozeliyê bi 9 roketên obusê hatin armancgirtin.

Amûdê

Gundên Til Kêf, Şor, Hasidiye, Hemdûn, Tûkê, Xerezê, Bobî, Dada Ebdal û Til Werd  bi 33 roketên hewan û doçka hatin armancgirtin.

Gundê Zêdiyê bi balafirên keşfê hat armancgirtin.

Gundê Mehermela 2 caran bi balafirên keşfê hat armancgirtin.

Zirgan û gundê Ibrahimiyê rastî êrişa balafirên keşfê hatin.

Rêbendek Asayîşê li Zirganê, bi droneke întîharê hate armancgirtin. Endamekî Asayîşê şehîd bû, 3 endam jî birîndar bûn.

Qamişlo

Li hember seyareyek sivîl êrişa keşfê pêk hat.

Li hember cihekî sivîl êrişa balafirên şer pêk hat. 3 sivîl birîndar bûn.

Şîrketa ode ya gazê, bi 6 roketên obus hate armancgirtin, şewat derket û ziyana madî çêbû.

Gundên Til Cîhan û Mele Ebas rastî êrişa balafirên şer hatin.

Til Xatun, Hîmo, Embara, Zindana Çerkîn, Nafkirê, depoyê genim a Qenat Siwês, Til Faris, Taxa Hilko, Til Şeîr, rêya Elî Fero bi 21 roketên obus, roketeke hewanê hatin armancgirtin.

Bîra neftê (di navbera gundên Dêrna Qilinga – Gir Hesenak) û bîra nêzî gundê Mehşûqê, gundên Enbara, Girê Siwar, Elî Fero bi obus û hewanan hatin armancgirtin.

Li gundê Elî Fero seyareyeke sivîlan hat armancgirtin û ziyanên madî çêbûn.

Gundê Mizgefta (stasyona kehrebeyê), gundê Ewda (cihê belavkirina mazotê) rastî êrişa balafirên keşfê hatin.

Li Gundê Rotan ê Tirbesipiyê, li hember akademiya Hêzên Sotoro êrişa balafirên keşfê pêk hat.

Dêrik

Li hember cihê mazotê yê di navbera gundên Girhok û Alî Axayê yên navçeya Til Koçerê 4 caran êrişa balafirên şer pêk hat. 3 sivîl birîndar bûn.

Gundê Koçerat rastî êrişa balafirên şer hat.

Li hember cihê mazotê di gundê Siwêdiyê de, nêzî meheta Siwêdiyê, cihê mazotê li gundê Eltifla, gundê girkehfik êrişa balafirên şer pêk hat. Zirarên madî çêbûn.

Gundên Derzîxan, Gunde Mesref, Gundê Girê Pirê (Tirbespiyê) li hember cihê mazotê, nêzî gundê Alî Qaso, gundê Mehşuqê (Çilaxa) û nêzî gundê Şirikê êrişa balafirên keşfê pêk hat.

Gundên Xaneserê û Girêreş rastî êrişa obus û hewanan hatin.

Hol

Hêzên ewlehiyê yên Kampa holê 3 caran rastî êrişa balafirên keşfê hatin.

HERÊMA FIRATÊ

Kobanê

Gundên Zormexar, Gultib, Qeremox, Xan, Xirbîsan, Cîşan, bajarokê Şiyûx, Girê Ehmed Minîr, Goran, Xirbîsan, Cîşan, Eşma, Çarixlî, Zorava, Siftek, rastî êrişên tank, obus û hewanan hatin.

Girê Spî

Gundên Seyda, Dibis, Girêxan, Zenubiya rastî êrişa bi tank, obus û hewanan hatin.

Reqa

Gundên Fatisa, Reqa 11, Reqa 4, Xwaringeha Nexîl rastî êrişa bi obus û hewanan hatin.

Minbic

Gundên Elseyda, Dendeniya, Toxar, Ewn Dadat, El Kawiklî, El Hoşeriye, Qert, Êran û Cat rastî êrişa bi obus û hewanan hatin.

Sirîn

Gundê Qerareşk rastî êrişa balafirên keşfê hat.

Tirwaziye

Gundên Um El Beramîl, bajaroka Kenterî, Tirwaziyê rastî êrişên bi tank, obus û hewanan hatin.”