Kongra Star a Lubnanê civîna xwe ya salê li dar xist

Kongra Star a Lubnanê  civîna xwe ya salê li dar xist û tê de plansaziya sala bê diyar kir.

Kongra Star a Lubnanê civîna xwe ya salê li dar xist
24 mijdar, 2022   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star a Lubnanê civîna xwe ya salê bi beşdariya hemû endamên xwe li dar xist.

Di civînê de beşdaran geşedanên li herêmê rû didin û xebatên xwe yên sala 2022`yan nirxandin.

Kongra Star plansaziya 2023`yan diyar kir ku jê ya herî girîng;

ʹʹAzadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bikin bingeha çalakiyên kongreyê li Lubnanê, çalakiyên cuda di vî warî de li dar kevin, bi taybet di nava kurdistaniyan û dostên wan de, piştgiriya şoreşa jinan û gelê Bakur û Rojhiatê Sûriyê bikin, rolek di sekinandina êrişên dewleta Tirk bilîzin, ji bo piştgiriya şoreşa gel a bi dirûşma Jin, jiyan, azadî çalakiyên cihereng li dar bicin.ʹʹ

Di dawiya civînê de beşdaran girîngiya xurtkirina birêxistinkirina jinan destnîşan kirin.

(şx)

ANHA