Li dijî gundên Minbicê êriş û tevgera balafiran

Li dijî gundên Minbicê êriş hene. Hemwextî wê balafirên keşfê li asîmanê herêmê digerin.

Li dijî gundên Minbicê êriş û tevgera balafiran
23 mijdar, 2022   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker gundên Hoşeriyê, Cat û Tûxar ên bakur rojhilatê bajêr û gundê Seyada yê rojavayê bajêr topbaran dikin.

Her wiha destnîşan kir ku hemwextî topbaranê tevgera zêde ya balafirên keşfê li seranserî eniyên şer di navbera pasdarên sînor ên hikumeta Şamê û herêmên dagirkirî de, heye.

ANHA