​​​​​​​Siyasetmedar û rûspiyên eşîran sûcên şer ên dewleta Tirk şermezar kirin ‎

Rûspî û şêxên eşîran sûcên şer ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye pêk tîne şermezar kirin û ‎got ew ê bi QSD'ê re li dijî van êrişan bisekinin. ‎

​​​​​​​Siyasetmedar û rûspiyên eşîran sûcên şer ên dewleta Tirk şermezar kirin ‎
24 mijdar, 2022   02:18
MINBIC ‎

Dewleta Tirk ji 19'ê Mijdarê ve êrişên bejahî û asîmanî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye pêk tîne, di encamê de zirarên canî û madî yên mezin çêbûn.‎

Şêxê eşîra Benî Seîd, El Şêx Fehid Şilaş ev bombebaran bi "êrişa hovane" wesif kir û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, herêmên ewlehî bombebaran dike, sivîl û mal û milkên wan bi awayekî yekser armanc dike."

 Şilaş piştrast kir ku eşîrên erebî yên Bakur û Rojhilatê Sûriye li kêleka Hêzên Sûriye ‎Demokratîk(QSD) û ‎Rêveberiya Xweser in û li hember dewleta Tirk a dagirker disekinin. Şilaş wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em di ‎welatê xwe de bi ewleh dijîn, em ê destekda QSD'ê bikin da ku li hember ‎êrişên dagirkeriya ‎Tirk li ser herêmê bisekinin. ‎

Cîgirê serokatiya Meclisa Partiya Sûriye Pêşeroj a Minbic û gundewarên wê Mihemed Berkel destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane herêmê bombebaran dike û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî ketober, derexlaqî û dermirovî herêmê bombebaran dike. Bombebaran zêdetir li dijî Kobanê ne. Ji ber Kobanê kela berxwedanê ya li dijî rêxistina DAIŞ′ê ya terorê bû." 
Mihemed Berkel wiha li gotina xwe zêde kir: "Saziyên xizmetguzariyê mîna nexweşxaneyan, rojnamegerên ku rastiya dewleta Tirk eşkere dikin, tên bombebarankirin."

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de binsaziya Bakur û Rojhilatê Sûriye, saziyên xizmetugzarî û ‎tenduristî û stasyonên petrolê hedef digire. Her wiha dibistana gundê Koran, klînîka Qeremox, Nexweşxaneya COVID-19′an a bajarê Kobanê û stasyona kehrebeyê ya ‎li gundê Til Beqil bombebaran kirin.‎

Berkel wiha pê de çû: "Bombebaran û topbaran sûcên şer û binpêkirina li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, karekî derexlaqî, binpêkirina mîsaqî û peymanên navneteweyî ne û binpêkirina serweriya cîran in."

Berkel wiha dawî li gotina xwe anî: "Dewleta Tirk a dagirker bi îdiaya teqîna kolana Taksîmê ya li Stenbolê ya Tirkiyê êrişan pêk tîne. Lê sedemên sereke di çarçoveya hemleya wê ya ji bo qonaxa hilbijartinê ne. Her wiha ji bo rewşa li hundirê Tirkiyê, hilweşîna aboriya wê û balê gelê Tirkiyê ji ser krîzên hundirîn bikişîne derve, van êrişan pêk tîne."

(dm)

ANHA