Misir: Îran û dewleta Tirk serweriya Sûriye û Iraq bin pê dikin

Misirê der bare êrişên çend rojên borî yên ji aliyên Îran û dewleta Tirk ve li dijî Sûriyê û Îraqê metirsiya xwe anî ziman û banga rawestindina rageşiyê kir.

Misir: Îran û dewleta Tirk serweriya Sûriye û Iraq bin pê dikin
23 mijdar, 2022   14:58
 NAVENDA NÛÇEYAN ‎

Berdevkê Wezarîrê Karên Derve ya Misirê Ehmed Ebû Zêd  diyar kir ku Misir ji ber êrişên ‎Îran û dewleta Tirk li dijî Sûriye û Iraqê ku serweriya her du welatan li ser axa wê binpê dike, ‎bi fikar e.‎

Ehmed Ebû Zêd piştrast kir ku Misir rageşiyên li her du welatan dişopîne û bang dike ku van ‎rageşiyan rawestînin.‎

(dm)