​​​​​​​Şervanekî din di êrişa li ser nuqteya hevbeş a QSD′ê û Rûsyayê de şehîd bû

Di encama êrişa asîmanî ya dagirkeriya Tirk li dijî nuqteya hevbeş a QSD′ê û hêzên Rûsyê de şervanekî din ê QSD′ê şehîd bû.

​​​​​​​Şervanekî din di êrişa li ser nuqteya hevbeş a QSD′ê û Rûsyayê de şehîd bû
23 mijdar, 2022   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me, şervanekî QSD′ê ku di encamê êrişa asîmanî ya dagirkeriya Tirk li dijî nuqteyeke hevbeş a Rûsya û QSD′ê li Til Temirê ya Hesekê de bûbû, şehîd bû.

Balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker îro nuqteyeke hevbeş a QSD′ê û hêzên Rûsya bombegaran kiribû, di encamê de şervanek şehîd bûbû û 3 jî birîndar bûbûn.

(fr)

ANHA