​​​​​​​Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan: Em li dijî êrişên qirkirinê têkoşînê bilind bikin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Qamişlo piştrast kir ku ew ê li ‎hember tevahî êrişan li ber xwe bidin û asta têkoşîna xwe li kêleka QSD′ê ‎bilind bikin.‎

​​​​​​​Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan: Em li dijî êrişên qirkirinê têkoşînê bilind bikin
23 mijdar, 2022   13:55
QAMIŞLO ‎

Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye, bi dehan ‎endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li Qamişlo xwepêşandanek li dar xist.‎

Ciwanan wêneyên rêber Abdullah Ocalan û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hildan. ‎Her wiha diruşmên: "Bimire dewleta dagirker", "Na ji bêdengiya navneteweyî re", Bijî berxwedana gelan" û "Bijî berxwedana QSD′ê" berz kirin.

Xwepêşandan li çarxerêya El Felahîn (Cotkaran) a heman taxê rawestî, paşê endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên ‎Şoreşger a Sûriyê Şêrhat Ehmed axivî û piştgiriya xwe ji hêzên leşkerî re li dijî êrişên ‎dagirkeriyê, anî ziman û got:" Em êrişên dagirkeriya Tirk bê bersiv nahêlin."‎

Şêrhat Ehmed destnîşan kir êrişên dewleta Tirk vîna berxwedan û têkoşîna wan naşikîne û ‎ew serî li ber dagirkeriyê natewînin. Ehmed da zanîn ku ew ê asta têkoşîna xwe li hember ‎hemû êrişan bilind bikin. ‎

Xwepêşandan bi berzkirina siloganên " Bimire dewleta ‎dagirker " û " Na ji bêdengiya navnetweyî re" bi dawî bû.‎

‏(dm)

ANHA