​​​​​​​Şêniyên Minbicê li hember êrişan daketin qadan

Bi hezarana şêniyên Minbicê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan û desteka xwe ji QSD′ê û Rêveberiya Xweser re nîşan da.

23 mijdar, 2022   13:04
MINBIC

Şêniyên Minbicê xwepêşandaneke girsey bi dirûşma "Bi ruhê şehîdên Dêrikê, şêniyên Minbicê li dijî faşîzma Tirk serî hildidin" daketin qadan.

Di xwepêşandanê de şênî, endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên civaka sivîl û endamên rêxistinên jinan amade bûn.

‘NA JI HOVÎTIYA OSMANIYAN RE’

Xwepêşandêran pankartên “Na ji bêdengiya navneteweyî re", "Bi yekitiya gelan em li dijî dagirkeriya Tirk bi ser bikevin", "Na ji hovîtiya Osmaniyan re" hildan.

Xwepêşandanê ji Çerxerêya Mîzan heta qada giştî dewam kir û li wir li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, HPC′ê û Kombûna Jinan a Zenûbiya nûner axivîn.

Hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Xêr Şêxo got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên leşkerî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkirina xaka Sûriyê û qirkirina gelê herêmê ye û bû di sê rojên dawî de sûc li dijî welatiyan pêk tên."

Şêxo bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û wiha domand: "Dê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe bide û hemû projeyên dagirkeriya Tirk bi rêya hevgirtin û berxwedanê têk bibe."

Hevseroka Hêzên Parastina Civakî (HPC) Heyat El Salim şehîdên Dêrikê ku di bombebarana dagirkeriya Tirk de li gundê Teqil Beqil şehîd bûbûn, bi bîr anîn û wiha got: "Di encama tevlihevî û berjewendiyên hêzên navneteweyî de, em di qonaxeke hestiyar re derbas dibin lê vebijêrka me berxwedan e."

Li aliyekî din jî li ser navê Kombûna Jinan a Zenûbiya Riwêda Hinêzel got şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl didin aştiyê pêk bînin, lê dewleta Tirk a dagirker komkujiyan pêk tîne û wiha domand: "Em bi hemû etnîkên xwe bi yek refî li dijî hovîtiya êrişên dagirkeriya Tirk a barbar disekinin. Ji ber ku em bawer in ku ev xaka me ye û dev jê bernadin."

Riwêda wiha bi dawî kir: "Balafir û qirêjiya we me natirsînin û em ê mafên xwe yên parastina xak û welat pêk bînin û ji Osmaniya Nû re dibêjin we dest bi êrişan kir, lê hûn têkçûn û asta amadekariyên me nizanin. Em ji çekên we bi hêztir in. Ji be rem dengê heqê ne, nûnertiya biratiya gelan dikin. Em di oxira parastina xakê de fedaî ne."

Xwepêşandan bi dirûşmên berxwedana li hember êrişan bi dawî bû.

(fr)

ANHA