Ji ber bombebaranê kehrebe li ser herêma Cizîrê qut bû

Ji ber bombebarana dewleta Tirk a dagirker li dijî stasyona avahiya gazê ya Siwêdiyê kehrebe li ser gelek bajar û navçeyên herêma Cizîrê qut bû.

Ji ber bombebaranê kehrebe li ser herêma Cizîrê qut bû
23 mijdar, 2022   13:41
QAMIŞLO

 Vê sibehê balafirên dagirkeriya Tirk stasyona sereke ya dayîna kehrebê li avahiya gazê ya Siwêdiyê bombebaran kir.

Li ser vê yekê Hevserokê Nivîsgeha Enerjiyê ya herêma Cizîrê Ekrem Silêman got di encama bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker li dijî avahiyê zirarên mezin çêbûn û kehrebe li ser gelek bajar û navçe qut bû.

Silêman da zanîn ew hewl didin kehrebê ji nexweşxane, aş û firanan de peyda bikin.

Ji duh ve, balafirên artêşa Tirk a dagirker gelek nuqteyên petrol û stasyonên sereke yên li Tirbespiyê, Dêrik û Çilaxa bombebaran kirin.

(fr)

ANHA