Daxuyaniya QSD`ê ya têkildarî êriş û tedbîran

Fermandariya Giştî ya QSD'ê destnîşan kir ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de heta niha 11 şervan û 15 sivil şehît bûne. Fermandariyê diyar kir ku armanca êrîşan têkbirina pergala parastinê û avakirina zemîna êrîşên bejahî ye, lê ev hewldan bê encam mane.

Daxuyaniya QSD`ê ya têkildarî êriş û tedbîran
23 mijdar, 2022   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya QSD'ê tekildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku ev 3 roj in dom dikin, li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya QSD`ê de hat diyarkirin ku senaryoya teqîna li Taksîm a Stenbolê ji aliyê saziyên îstîxbaratê yên dewleta Tirk ve hatibû plankirin û hat gotin ku dagirkeriya Tirk ew yek kir bihane û amadekariyên ku demeke dirêje ji bo êrîşên li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê kiribû, pratîze kir.

BÎLANÇO

Di daxuyaniya QSD`ê de li ser bîlançoya êrişên ji nîvê şeva 19`ê Mijdarê û heta îro (23`ê Mijdarê) ev agahî hatin parvekirin:

"47 caran bi balafirên şer, 20 caran bi balafirên keşfê, 3 hezar û 761 caran jî bi obus, top, hwd êriş pêk anîn. Di van êrîşan de dijmin ji Herêma Dêrikê bigire heta Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Dêrezor û Şehba kirin armanc.

 Encamên van êrîşan heta niha; li Efrînê 5 şervanên Kurd şehîd ketine. Li Heremên Rojhilatê Firatê jî 6 şervanên QSD`ê şehîd ketine û 15 sivîl (11 li Dêrikê, 2 li Til Temir û 2 li Mekmen) şehîd ketine. Her wiha malên welatiya, nexweşxane, dibistan û saziyên binesazî yên xizmeta civakê yên weke stasyonê mazotê, enbarên genim zirar dîtine."

'ARMANCA ÊRIŞAN HILWEŞANDINA PERGALA ME YA PARASTINÊ YE'

Berfirehiya daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

"Ev cara yekem e kû êrîşeke bi vî awayî berfireh û di ewqas kûrahiya heremê de çêdibe û tevahî Rojhilat-Bakurê Sûriyê dike hedefa xwe. Hedefên dijmin ewe ku bi van êrîşên hewayî derbên giran li hêzên me yên parastinê bidin, taybet fermandarî û biryargehên me derbe bikin û pergala me ya parastinê ji hevdû belav bikin. Girêdayî vê îradeya berxwedanê bişkîne û di gel de bê hêvî û şikandinê bidin çêkirin. Bi vî awayî zemînê êrîşa bejahî ava bike. Lê belê di van 3 rojên derbasbûyî de li gor ku di bîlanço de jî diyar e êrîşên dijmin ne serkeftîn e û bê encamp in. Ji ber ku pergala parastinê ya ku QSD`ê pêş xistiye, tedbîr û amadekariyên pêş xistiye, girêdayî vê hişyariya şervanên me hişt ku ev êriş bê encam bimînin. Em di çeperên xwe yên berxwedanê de bi îradeyeke xurt û bi biryarbûneke bilind sekna xwe ya bi cesaret berdewam dikin.

LI DIJÎ HEMÛ PÊKHATEYÊN SÛRIYÊ TERORÊ DIMEŞÎNE

Dewleta Dagirker a Tirk ev têkçûyina xwe tahammul nekir û dema dît ku êrîşên wan ê leşkerî encam nagire. Vê carê berê xwe da gelê me û li Dêrikê, her wiha li Til Temir û Mekmen a Dêrezorê komkujî li dijî sivîlan pêk anîn. Di encamê de heya niha 15 hemwelatiyê me şehîd ketine û gelek jî birîndar bûne. Her wiha êdî berê xwe dan saziyên xizmeta civakê dikin, weke saziyên petrolê, xazê, embarên genim ango saziyên xizmetguzariya civakê dike ji xwe re kirin armanc. Bi vî awayî dixwaze jiyana civaka heremê bixe hedef. Eşkere ye ku ev êrîşên dagirkeriya Tirk a ku civakê û jiyana civakê dixe hedefa terora dewletê, li hember gelê Sûrî bi tevahî pêkhateyên xwe ye. Ango dewleta dagirker a Tirk terorê li ser hemû pêkhateyên sûrî dimeşîne.

SEKNA GEL BINGEHA SERKEFTINA MEZIN AVA DIKE

  Ev êrîşên dijmin hê jî berdewam dike. Li hember vê sekna gelê me heya niha seknekî bi biryar û seknekî bi rihê welatparêzî bû. Şehîdên Dêrikê di şexsê Dayika Hogir de mînaka herî eşkere ya vî rihî û vê sekna bi biryar e. Dijmin hêvî dikir ku bi van êrîşan gelê me bixe nava tirsekê û revandinê bide çêkirin. Lê belê gelê me axa xwe, gundê xwe û bajarên xwe bernedan. Bi hêrs û biryarbûyînekê daketin qadan, helwestê xwe li henber dagirkeriyê nîşan dan. Ev sekn û biryarbûyina gel ji hêlekê ve çavkaniya moralê ji bo hemû şervanên QSD`ê ye, ji hêla din ve biryarbûyina gelê me û xwedîderketina ax, gund û bajarên xwe li kêleka rihê fedaîtî ya şervanên QSD`ê nîşan didin. Ev bingeha serkeftina mezin ava dike. Em bawerin berxwedaniya dîrokî ya şervanên QSD`ê bimeşînin û ev hevkariya gelê me ya bi biryar ew ê hemû pilanên dagirkeriya Tirk têk bibe û evê ji bo gelê heremê û gelê Surî deriyê serkeftina dîrokî vebike.

  Em li ser vî esasî sekna berxwedêr a gelê me yê welatparêz silav dikin. Di şexsê şehîdên Teqil Beqil a Dêrikê de em hemû şehîdan bi bîr tînin. Em soza bilind kirina doza wan û armancên wan nû dikin.

HELWESTA WAN NE DI ÇARÇOVEYA DOSTANÎ Û MUTEFÎQIYÊ DE YE

 Ji hêla din ve dagirkeriya Tirk êrîşên hewayî yê pêk anîn hem saha hewayî ya di jêr kontrola Rûsan de, hem jî saha hewayî ya di jêr kontrola Koalîsyonê de bi kar anî û bi kar tînin. Her wiha dagirkeriya Tirk roja 22`yê mehê êrîşeke hewayî bir ser Barageha Hevbeş a YAT`ê û Koalîsyonê, li vir 2 hevalên me şehîd ketin, 3 hevalên me jî birîndar bû. 23`ê Mijdarê (îro) êrîşeke hewayî birin ser Barageha Hevbeş a hêzên me û hêzên Rûsya ya li Til Temirê, li vir hevalek şehîd ket û 3 hevalên me jî birîndar bûn.

  Daxwaza me ji van hêzên sereke yên ku em hevbeş bi hev du re kar dikin ew e ku helwesta xwe ya heqîqî diyar bikin. Her wiha gelê me jî dixwaze helwestê wan ê heqîqî bizanibe. Ev helwestê wan helwesteke di çarçoveya dostanî û muttefîqî de xuya nake. Heta niha hêzên me bê tereddut li hember hemû êrîşan ji yê DAIŞ`ê bigire heya yê Dagirkeriya Tirk bi rihekî fedakariya mezin erkên xwe yên parastinê anîne cîh. Di van 3 rojan de jî di hemû xetên temasê de bersivê pêwîst ji bo dewleta dagirker hate dayîn. Ew ê ji vir û şûnve bi biryarbûyineke hîn xurttir û bi şêwazekî hîn encamgir ew ê erka xwe ya parastina heremê ya dîrokî bi cîh bîne. Ew ê rê nede kû van êrîşên dijmin û armancên wî ya dagirkeriyê bi cîh werin.

  Her wiha di van êrîşan de heya niha herî zêde leşkerên Artêşa Sûrî di cebheyan de jiyana xwe ji dest dane. Hejmara leşkerên jiyana xwe ji desr daye 25 derbas kirine. Bêhelwestiya Hikumeta Sûrî û bêdengiya wê rê li pêşiya wendahiyên van leşkeran vedike.

'EM BANG LI CIWANAN DIKIN TEV LI QSD`Ê BIBIN'

  Em di vê pêvajoya dîrokî de bang li hemû ciwanên heremê dikin. Bi rastî erkekî welatparêzî, mîrovatî û bi rûmetê li ser milê hemû ciwanên heremê heye da kû rola xwe bileyzin. Her wiha berpirsiyartiyê xwe di parastina heremê de pêk bînin. Deriyê QSD`ê ji tevlêbûyinê wan re vekiriye, da ku çek hilbigirin û gundên xwe, bajarên xwe û zeviyên xwe biparêzin. Li ser vî esasî banga me ji hemû keç û xortên Bakur-Rojhilatê Sûrî re bi Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen, Ermen ango tevahî pêkhateyên xwe heye ku ref bi ref tevlî refên QSD`ê bibin. Bi vî awayî em parastin, aramî û ewlehiya heremên xwe misoger bikin.

(cx)