Şêwirmendekî Mûhafizên Şoreşê yên Îranê li Şamê hat kuştin

Hate ragihandin di teqîneke nêzî Şamê de mîralayekî Îranê hatiye kuştin.

Şêwirmendekî Mûhafizên Şoreşê yên Îranê li Şamê hat kuştin
23 mijdar, 2022   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî medyaya Îranê li nêzî Şamê di teqînekê de mîralayekî Mûhafizên Şoreşê yên Îranê hatiye kuştin.

Mûhafizên Şoreşê yên Îranê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Yek ji şêwirmendê li Sûriyeyê û endamê Hêzên Parastina Hewayî ya Mûhafizên Şoreşê yên Îranê mîralay Dawûd Caferî ji aliyê şirîkên rejîma sîonîst bi bombeyeke bi destan hatiye çêkirin û li kêleka rê hatiye bicihkirin, hate kuştin.”

Hate diyarkirin êriş roja Duşemê hatiye kirin û heta niha tu hêzê êriş li xwe negirtiye.

Di dema şerê Sûriyeyê de bi dehan leşkerên ji Îranê hatine kuştin. Tehran îddîa dike ku leşkerên wan ên li Sûriyeyê bi tenê şêwirmendiya leşkerî dikin.

Rayedarên Îsraîlê berê jî gelek daxuyanî dabûn û diyar kiribûn ku ew ê nehêlin Îran xwe li Sûriyeyê xurt bike.

Îsraîlê li Sûriyeyê bi sedan êrîş kiriye lê kêm caran derbarê van êrîşan daxuyaniyan dide.