Konfederasyona Birîndarên Şer êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Birîndarên Şer ên Kobanê got “Em dev ji xaka xwe bernadin û em ê li ber‏ ‏xwe bidin. Ta têkoşîna azadiyê ‎bi ser dikeve li hemberî dijminên Kurdistanê, Kobanê ji terorîstên Tirkan re dê ‎bibe goristan û ev taqet û hêz jî heta dawiyê bi me‏ ‏re heye.”‎

Konfederasyona Birîndarên Şer êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
23 mijdar, 2022   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Konfederasyona Birîndarên Şer a Kobanê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

“Em êrişên dewleta Tirk, tevî bêdengiya Amerîka û Rûsyayê, bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk bi pêşengiya Erdogan bi awayekî eşkere komkujiyan li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û dixwaze bi van êşiran gelê Kurd qir bike, dest bi guhertina demografiyê bike, naxwaze gelê Kurd azad be, mafên xwe yên rewa bi dest bixin. Ji bo êrişî îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, bihaneyên qirêj pêk tîne. Wek hemû cîhan dizane îstîxbarata Tirkiyê bi awayekî bêwijdan teqîn di nava Stenbolê de çêkir. Ev bihane bû. Lê em jî êrişên li dijî mirovahî em şermezar dikin. Di dîroka osmanî de ta roja îro Osmanî bi dehan caran komkujî der heqê Kurdan û tevahî pêkhateyan de li herêma Rojhilata Navîn kirin.

Em hevalên birîndarên şer, dibêjin ji bo azadiya gelan bi hezaran şehîd û birîndar bûn qurbana azadî vî welatî. Car din em li hemberî hemû cûreyên êrişîran amade ne ku li ber xwe bidin. Çawa me tevgera DAIŞ'ê di Kobanê de têk bir, em ê car din tevahî êriş û komployên dijimin têk bibin.

Banga me ji bo hemû dewletên aştîxwaz ew e ku em rê nedin dewleta Tirk dest bi komkujiyan bike. Ev şerê ku bibe nakeve xizmeta miroahiyê, wê ji nû ve rê lê pêşberî xwe nûkirina çeteyên DAIŞ' ê be. Wê car din gel rastî koçberî were. Pêwîst e dewletên wek Amrîka û Rûsya bi erka xwe rabin û rê nedin dewleta Tirk. Ev bû 11 salin, em ji bo tevahî cîhanê şer dikin, tehloka herî xeter û tûndraw wek ji teroristên DAIŞ'ê li cihanê xeter bûn me bi hezaran şehîd û gazî û birîndar ji bo aştî û aramî dan. Pêwîst e tevahî cîhan û dewletên aştîxwaz, partiyên sosyal û kesên azad rê nedin ku dewleta Tirk careke din dest bi êrişên hovane bike. Cîhan tevahî dizane ku armanca Erdogan gelê herêmê qir bike û tola çeteyên DAIŞ' ê ji gelê Bakûr Rojhilatî Sûriyê hilîne. Em dev ji xaka xwe ber nadin heya yek ji me were em ê li ber xwe bidin. Ta têkoşîna azadî bi ser dikeve li hamberî dijminê Kurdistanê, em dibêjin wê Kobanê ji terorîstên tirkan re bibe goristan û ev taqet û hêz jî heta dawiyê bi me re heye.”