​​​​​​​Hêzên Rûsyayê beriya bombebaranê ji baregeha hevbeş derketin

Beriya êrişa li ser baregeha hevbeş a QSD’ê û hêzên Rûsyayê ya li Til Temirê, hêzên Rûsyayê ji baregehê derektin û piştî bombebaranê dîsa lê vegeriyan.

​​​​​​​Hêzên Rûsyayê beriya bombebaranê ji baregeha hevbeş derketin
23 mijdar, 2022   11:15
HESEKÊ

Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker saet di 12:33ʹan de baregeha hevbeş a QSD’ê û hêzên Rûsyayê ya li taxa Hemra ya navçeya Til Temirê bombebaran kir. Di encamê de şervanekî QSDʹê şehîd bû û 3 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî leşkerî dane ANHAʹyê, beriya ku baregeh were bombebarankirin, hêzên Rûsyayê baregeh vala kir û derbasî nava bajar bûn.

Heman çavkanî diyar kir ku balafira bêmirov a biçek 2 caran li du hev baregeh bombebaran kir. Piştî bombebaran bi dawî bû hêzên Rûsyayê dîsa vegeriyan baregehê.

(bb)

ANHA