Dewleta Tirk a dagirker çeteyên DAIŞ’ê bo êrîşan amade dike

Du çeteyên DAIŞ’ê ku demek kurt beriya niha ji aliye hêzên ewlekariya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ve hatine girtin, planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyan itiraf kirin. Çeteyan di îfadeyên xwe de diyar kirin ku berpirsên DAIŞ’ê yên di nava komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê de, ji hemû şaneyên xwe yên raziyî  yên li herêmên Rêveberiya Xweser talîmata amadekirina êrîşek mezin a bejahî bikin.

Dewleta Tirk a dagirker çeteyên DAIŞ’ê bo êrîşan amade dike
23 mijdar, 2022   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN - ERDOGAN ALTAN

Têkiliyên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê ji mêj ve ji aliyê saziyên mafê mirovan ên navneteweyî ve tê nîqaşkirin û têkiliyên wan bi gelek belge, wêne û dîmenan hatibû îsbatkirin. Di vê dema ku dewleta Tirk a dagirker bi riya hewayî ji herêma Şehba heta Kobanê, Hesekê, Tirbêsiyê, Dêrik, Şengal, çoltêrên Hewlêr, Silêmanî û Qendîlê êrîşan pêk tîne  Serokomarê rejîma Tirk gefên êrîşên bejahî dike de, pêwendiyan wan û çeteyan çareke din ket rojevê. 

Li gorî agahiyan hemwexî êrîşên hewayî ku bi destura Rusya û Koalîsyona Navnetewî pêk tên, şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê jî xistine nava liv û tevgerê. 

Hêzên ewlekariyê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê demek beriya niha li herêma Şedadê ya Hesekê du çeteyên DAIŞ’ê girtin. Li gorî çavkaniyên hêzên ewlekariyê, çeteyên bi navê Mihemed Ecîl El Sayl û Ebd Elhemîd Mixlif El Xatir ji bo çeteyên DAIŞ’ê lojistîk û çekan peyda dikin.

Herdu çeteyan di îfadeyên xwe de pêwendiya Tirkiye û çeteyan itiraf kiriye. Çeteyan diyar kirine ku gelek endamên DAIŞ’ê di nava komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî de di asta berpirsyarê de cîh digirin. Her du çeteyan gotine ku emîrên DAIŞ’ê bi taybetî di nava komên çete yên girêdayî Feyleqa 2 ya ji aliyê Teşkîlata Îstîxbarata Millî (MÎT) ve hatiye avakirin de berpirsyartiyê dikin. Ev emîr ji Serêkaniyê talîmatan ji hemû şaneyên veşartî yên li gundewarên Minbic, Kobanê, Reqa, Dêra Zor û Hesekê re şandine û gotine “Xwe ji operasyonekê bejayî ya ji aliyê dewleta Tirk ve were kirin re amade bikin. Di talîmatê de hatiye gotin ku di serî de ji bo êrîşên li ser Kampa Holê û Girtîgehên ku emîrên DAIŞ’ê tê de ne amadekariyên hatine kirin bixin meriyetê.”

Du çeteyên DAIŞ’ê îtîraf kirin ku zêdetirî 150 berpirsên DAIŞ’ê piştî şerê Kobanê di sala 2015’an ve derbasî bajarên Tirkiyeyê bûne û ji aliyê dewleta Tirk ve hatine parastin. Berpirsiyarên MÎT’ê jî bi riya emîrên DAIŞ’ê yên bi navê Teysîr El Rahil Ebû Mazin ku niha li Rihayê dimîne û bi nasnameya sexte ya bi navê Abdulkerîm Hasan El Salih tevdigere, dîsa Midîf El Faris Ebû Ebdilezîz, Iqab Cemîl Mihsîn El Mihemedî ku emîrê Babê bû, Diyea Seqir Mahmûd Ebû Elî û Welîd Xalid Salim talîmatan ji şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dişînin.

JI 2015’AN VE LI TIRKIYÊ DIMAN

Hat diyarkirin ku ev 5 emîrên çeteyên DAIŞ’ê ji 2015’an ve li bajarê Riha û bajarên din ên Tirkiyeyê hatine veşartin û niha di serî de Firqeya Hemza ya di bin banê Feyleqa 2’yan de, berpirsiyartiya komên di nava Feyleqa 2’an de ji wan re hatiye dayîn.

Nav û asta berpirsiyartiya van çeteyan ên di dema DAIŞ’ê de wiha ne;

*Emîrê bi navê Teysîr El Rahil Ebû Mazin niha li Rihayê dimîne û bi nasnameya sexte ya bi navê Abdulkerîm Hasan El Salih tevdigere.

*Midîf El Faris Ebû Ebdilezîz ku berê berpirsê înfazê yê li navçeya Meyadîn bû û li gundê Meslexa dima, ji Stenbolê derbasî Riha bûye û li wir dimîne.

*Iqab Cemîl Mihsîn El Mihemedî emîrê Babê bû, ji Tirkiyeyê derbasî El Bab bû û niha li wir dimîne.

* Diyea Seqir Mahmûd Ebû Elî ku eslê xwe ji bajarê Silehedîn a Iraqê ye û di 2014’an de derbasî Tirkiyeyê bibû, hêj jî li wir e.

*Welîd Xalid Salim ku bi eslê xwe ji Bexdayê ye li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê dimîne.