Li Qudsê 2 teqîn: 18 kes birîndar bûn

Medaya Îsraîlê ragihand ku di 2 teqînên li başûrê Qudsê de 18 kes birîndar bûne.

Li Qudsê 2 teqîn: 18 kes birîndar bûn
23 mijdar, 2022   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Îsraîlê daxuyand ku vê sibehê li nêzîkî 2 rawestgehên otombîlan ên li Qudsê 2 teqîn çêbûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di navbera her du teqînan de 30 deqe hebû. Medyaya Îsraîlê jî ragihand ku di her du teqînan de 18 kes birîndar bûne.

Polîsên Îsraîlê her wiha ragihand ku wan asta rewşa seferberiyê li Qudsê bilind kiriye û diyar kir ku li gorî nirxandina rewşê dê piştre li hemû deveran were bilindkirin.

(hs)