Desteya Tenduristiyê: Dewleta Tirk nexweşxaneya zarokan hilweşand

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Ehmed Mehmûd diyar kir ku ji ber êrişa dewleta Tirk a li ser Kobanê, nexweşxaneya ku ji bo zarokan dihat amadekirin, hilweşiya.

Desteya Tenduristiyê: Dewleta Tirk nexweşxaneya zarokan hilweşand
23 mijdar, 2022   08:46
KOBANÊ – CUMA MIHEMED

Ji şeva 19-20'ê vê mehê ve dewleta Tirk a dagirker, bi hewan, balafirên bêmirov ên biçek û balafirên şer êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Di encamê de bi dehan kes şehîd û birîndar bûn. Her wiha binesazî û navendên giştî hatin wêrankirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Ehmed Mehmûd diyar kir ku ji ber êrişê nexweşxaneya li kêleka girê Miştenûr hilweşiyaye.

Mehmûd got: "Em ji sala 2019'an ve ji bo amadekirina vê nexweşxaneyê kar dikin da ku bibe ya zarokan, lê ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Girê Spî û Serêkaniyê em neçar man ku kar rawestînin. Bi belavbûna nexweşiya Koronayê re, me avahî veguherand nexweşxaneyekê ji bo pêşwazîkirina nexweşên ku bi vî vîrusê ketine."

Ehmed Mehmûd diyar kir ku tu rêxistinên navneteweyî destek nedida nexweşxaneyê, lê tenê Desteya Tunduristiyê pê ve eleqedar dibû û wiha domand: "Beriya nêzî salekê pêla Koronayê kêm bû, lewra me navendên ku bi dermankirina nexweşên vê vîrusê ve mijûl in, li navendeke din dermandar kirin û me dîsa dest bi xebatên veguhertina vê nexweşxaneyê ji bo zarokan dewam kir."

Mehmûd destnîşan kir ku nexweşxaneyê têra 26 textên zarokan dikir, odeyek lênêrîna giran jî hebû û got: "Me ji zarokan re kuwez (incubator) amade kiribûn. Her wiha navenda dermankirina lezgîn, laboratuar û rontgen hatin amadekirin."

Ehmed Mehmûd diyar kir ku niha ew neçar in ku nexweşxaneya zarokan bi projeya avakirina nexweşxaneyeke giştî li bajarê Kobanê bikin.

(hs)

ANHA