​​​​​​​Li Tirkiyeyê erd hejiya

Li Duzceyê ya Tirkiyeyê bi mezinahiya 5.9 pileyî erd hejiya. Stenbol û Enqere jî di nav de bajarên li derdorê bi erdhejê hesiyan.

​​​​​​​Li Tirkiyeyê erd hejiya
23 mijdar, 2022   05:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Golyaka ya Duzceyê bi dema herêmî saet di 04:08’an bi mezinahiya 5.9 pileyî erdhejek pêk hat.

Erdhej bi 6.5 kîlometreyî li binê erdê qewimî û Stenbol, Enqere, Sakarya û bajarên din ên li derdorê bi erdhejê hesiyan. Li gorî rayedarên Tirkiyeyê herî kêm 35 kes birîndar bûne.