'Armanca Amerîkayê jihalxistina Rûsya û hilweşandina Ewropayê ye'

Lêkolînerekî siyasî daxuyand ku Amerîka bi rêya peywendiyên xwe yên bi Rûsyayê re hewl dide şerê li Ukraynayê kontrol bike, ne ku dawî lê bîne. Her wiha got ku armanca rastîn a Amerîkayê jihalxistina Rûsyayê û hilweşandina Ewropayê ye.

'Armanca Amerîkayê jihalxistina Rûsya û hilweşandina Ewropayê ye'
23 mijdar, 2022   05:59
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Rojnameya "The Wall Street Journal" a Amerîkayê ragihand ku şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan bi alîkarên payebilind ên serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re dan û standinên veşartî kirin. Rojnameya "The Washington Post" jî ragihand ku Sullivan hewl daye rayedarên Ukraynayê razî bike da ku çareseriyekê bibînin, her wiha ji wan xwestiye ku bi awayekî eşkere amadebûna xwe ji bo çareserkirina şerê li Ukraynayê nîşan bidin

Hin rayedarên Amerîkayê gotin ku Sullivan bi şêwirmendê siyaseta derve yê serokê Rûsyayê Yuri Ushakov re di nava peywendiyan de ye.

Rayedaran destnîşan kir ku Sullivan bi hempîşeyê xwe yê hikumeta Rûsyayê Nikolai Patrushev re jî axiviye û her du aliyan diyar kiriye ku armanca wan ji peywendiyan, ne nîqaşkirina çareserkirina şerê li Ukraynayê, lê belê parastina ji xetereyên gurbûna şer û dewamkirina peywendiyan e.

Koşka Spî jî eşkere ranegihandiye ku Sullivan û rayedarên payebilind ên Rûsyayê ji Adara borî de peywendî pêk anîne. Kremlin jî heman tiştî red kir.

Di 25'ê Îlona borî de, Sullivan piştrast kiribû ku welatê wî dan û standinên rasterast ên di asta bilind de bi Rûsyayê re pêk anîne. Her wiha bal kişandibû ser hêza welatê xwe ya "parastina îhtîmala pêkanîna mîna van dan û standinên rasterast."

DIYALOGA JI BO DIYARKIRINA ASTA ŞER

Tevî ku Rûsyayê bi fermî red kir jî, lê belê nivîskar û lêkolînerê siyasî yê ji Sûriyê Ebdulmesîh Şamî di hevpeyvîneke li gel ajansa me de wiha got: "Mijara peywendiyan rast e, lê armanca sereke ne rawestandina şerê li Ukraynayê ye, ne jî pêkanîna peymana aştiyê di navbera Rûsya û Ukraynayê de ye. Yekane armanca Washingtonê, diyarkirina asta şer û bersivdayîna Rûsyayê ye, da ku mijar negihêje asta şerê rasterast ê bi çekên giran û rûxîneker û yên hilweşîner (nukllerî) di navbera Amerîka û Rûsyayê de."

Şamî wiha lê zêde kir: "Washington dê hewl bide ku şerê heyî yê di navbera NATO, Ewropa, Ukrayna û Rûsyayê de bidomîne. Her wiha wê hewl bide ku vî şerî kontrol bike da ku di vê çarçoveyê de bimîne. Dê wê bigihîne asta herî bilind."

Şamî destnîşan kir ku Washington hewl dide ji Moskovê re bibêje ku ew aştîxwaz e û ew ê hewl bide vê pirsgirêka ku eleqeya wê pê tune ye çareser bike. El Şamî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Armanca sereke ne bidawîkirina şer e, ji ber ku ev şer ji aliyê Amerîkayê ve hatiye derxistin. Lê belê armanc jê ew e ku Rûsya ji hal bixîne û eger mimkun be wê têk jî bibe. Her wiha armanca ji hal xistin û têkibirina Ewropayê ye jî, ji bo ku wê bike parzemîneke têkçûyî û Rûs sûdê jê wernegirin. Êdî eşkere ye ku hem Rûsya û hem jî Çîn mezin dibin û dê (bi pratîkî) serweriya aboriya cîhanî bikin. Tirsa Washingtonê ji nêzîkbûnek di navbera Rûsya, Çîn û Ewropayê de heye ku dê bi rêya wê bandora Amerîkî bi dawî bike. Amerîka nikare Rûsya û Çîn hilweşîne, lê tiştê dikeve bin destê wê (Ewropa) wê hilweşîne; Ev jî ji ber tirsa Washingtonê ya ji qabîliyet û mezinahiya aborî, zanîn û zanista parzemînê ye."

Dane diyar dikin ku herî zêde Ewropa ji encamên tevgera Rûsyayê ya li Ukraynayê zirarê dibîne, ji ber ku dewletên parzemînê ji ber pêla herî xirab a bihabûnê, zehmetiyan dikşînin. Ev pêla bihabûnê piştî cezayên rojavayî yên li ser Rûsyayê û di encamê de bilindbûna bihayê neft û gazê ku çêbû, hat. Tevgera leşkerî ya Rûsyayê hemwextî kêmbûna geşepêdana aborî ya ji ber aloziya ku ji ber belavbûna Koronayê derketiye.

WASHINGTON HEWL DIDE EWROPAYÊ HILWEŞÎNE

Şamî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Eger Ewropa bi Rûsya û Çînê re li hev bike, ew ê bibin hêzeke pir mezin û dê şûna DYA`yê bigirin û jê bihêztir bibin. Armanca Washington wêrankirina Ewropayê ye. Lê dîsa jî dê ti erêkirinek ji aliyê Rûsyayê ve ji bo vê yekê tune be."

Der barê dan û standinên di navbera Amerîka û Rûsyayê de jî Şamî got: "Mijara dan û standinan dûr e. Ji ber ku Amerîkiyan perspektîf da Zelensky ku şert û mercên nayên pêkanîn deyîne û wan wek şert û mercên ji bo vegera dan û standinên bi Rûsyayê re diyar bike."

Li ser piştperdeya vekişîna Rûsyayê ji Khersonê û peywendiya wê bi diyaloga Amerîkî-Rûsî der barê Ukraynayê de, nivîskar û lêkolînerê siyasî Ebdulmesîh El Şamî wiha axivî: "Vekişîna (artêşa Rûsya) ji Khersonê encama erdnîgariya tevlihev a wê herêmê bû, ku ev jî metirsiyeke mezin li ser leşkerên rûsî çêdike, ji ber ku ew artêşeke fermî ye. Lê belê ukraynî berevajî Rûsyayê, ew bi rêbazê şerê mafya şer dikin, ev jî ji bo artêşa rûsî metirsî bû. Rûsya ne neçar e ku di bin rehma van gefan de bimîne, ji ber vê yekê vekişiya. Li cem Moskovê rêbaz û derfetên teknolojîk, teknîkî û çekdarî yên din hene ku şerê li van deveran ji dûr ve bi rê ve bibe, anku bi moşek û balafiran. Ev jî ji ukrayniyan xefik e."

(hs)

ANHA