​​​​​​​Saziyên civaka sivîl û Partiya Sûriya Pêşerojê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Saziyên civaka sivîl û Partiya Sûriya Pêşerojê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew ê li hember êrişan heta dawiyê li ber xwe bidin.

​​​​​​​Saziyên civaka sivîl û Partiya Sûriya Pêşerojê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Saziyên civaka sivîl û Partiya Sûriya Pêşerojê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Saziyên civaka sivîl û Partiya Sûriya Pêşerojê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Saziyên civaka sivîl û Partiya Sûriya Pêşerojê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Saziyên civaka sivîl û Partiya Sûriya Pêşerojê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Saziyên civaka sivîl û Partiya Sûriya Pêşerojê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Saziyên civaka sivîl û Partiya Sûriya Pêşerojê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
22 mijdar, 2022   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziyên civaka sivîl bi daxuyaniyên cuda êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

KOBANÊ

Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê bi daxuyaniyekê ku ji aliyê hevserokê meclisê Nebîl Çawîş ve hat xwendin, topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser herêmê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya civata navneteweyî li hember van êrişan hat şermezarkirin û banga girtina qada hewayî ya herêmê li ber dagirkeriya Tirk û cezakirina wê hat kirin.

HESEKÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/y8S1c9xM-r0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Her wiha Meclisên Malbatên Şehîdan ên Hesekê bi daxuyaniyeke hevbeş ku ji aliyê endamên meclisan Rojda Ehmed, Guljîn Ehmî û Nezîra Hemed ve hat xwendin, destnîşan kirin ku ew ê ji bo rêgirtina li ber dagirkeriyê canê xwe bikin mertal û dê li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bin.

HELEB

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wL2HsdWPF14" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Di heman çarçoveyê de, Saziyên Sivîl ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi daxuyaniyên cuda ev êriş şermezar kirin.

Daxuyaniya Şaredariya Gel ji aliyê endamê rêveber ê Komîteya Projeyan a şaredariyê Mihemed Xirêbî ve hat xwendin.

Daxuyaniya Akademiya Civaka Demokratîk jî ji aliyê endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa taxa Rûbar Qamişlo Zelûx Şêxo ve û ya Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan ji aliyê endama rêveber a meclisê Sozdar Şêxo ve hatin xwendin.

Di daxuyaniyan de êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker û planên wê yên mêtinger û dagirkeriyê û guhertina demografiyê hat şermezarkirin û teqezî bi piştgiriya hêzên leşkerî û domandina berxwedanê heta pêkanîna serkeftinê hat dayîn.

TEBQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yCcGGsCidcU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Rêxistinên Civaka Sivîl a Tebqayê bi daxuyaniyekê ev êriş şermezar kir.  Her wiha hevserokê Yekitiya Mîlad Faris daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku senaryoya teqîna Stanbolê dewleta Tirk bi kar anî ji bo ku herêmên ewleh derbe bike, piştî ku erêkirinê ji Amerîka û Rûsya bi dest xist.

Di daxuyaniyê de bang li gel hat kirin ku li kêlka hêzên leşkerî bisekinin.  Her wiha hat destnîşankirin ku dawiya Erdogan dê li ser destê hêzên herêmê be.

MINBIC

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wmYI4hBEVIg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Têkildarî wê, Meclisa Partiya Sûriya Pêşeroj a Minbic û gundewarên wê kom bûn û berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê  Buseyna Hesen daxuyanî xwend û êrişên dewleta Tirk şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku careke din dewleta Tirk planan çêdike û gotegotên derew belav dike, berê hinceta wê parastina ewlehiya xwe ya netewyî bû û îro bi heman zihniyeta şofanîst şanoya teqîna Stenbolê çêkir da ku şerekî nû pêk bîne.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin:" Hêzên navneteweyî berpirsê van êrişan in û firîna balafiran li qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriye qedexeya nekir."

(mh-dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uOJ5wYGdE14" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/T2Of4vYQTD4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>