​​​​​​​Nasnameyên şervanên YAT`ê yên îro şehîd bûne, hatin eşkerekirin

QSD`ê nasnameyên 2 şervanên Yekîneyên Antî-Teror eşkere kirin, yên ku di êrişa hewayî ya dagirkeriya Tirk a dijî baregeha hevbeş a YAT`ê û Koalîsyona Navneteweyî ya li bakurê Hesekê de şehîd bibûn.

​​​​​​​Nasnameyên şervanên YAT`ê yên îro şehîd bûne, hatin eşkerekirin
22 mijdar, 2022   14:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da raya giştî. Tê de nasnameyên 2 şervanên Yekîneyên Antî-Teror (YAT) eşkere kirin. Her du şervanên YAT`ê di êrişa hewayî ya balafira bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk de li dijî baregeha hevbeş a YAT`ê û Koalîsyona Navneteweyî de şehîd bûn.

Di daxuyaniya QSD`ê de hate gotin: "Balafireke bêmirov a biçek beşê ewlehiyê yê baregeheke hevbeş bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re ya li bakurê Hesekê û 50 km dûrî sînorên Sûriye-Tirkiyê ye, bombebaran kir.

Di êrişê de 2 şervanên Yekîneyên Antî-Teror (YAT) şehîd bûn, 3 şervan jî birîndar bûn û rewşa 2 birîndaran giran e.

Erka Yekîneyên Antî-Teror têkoşîna li dijî şaneyên terorîst ên DAIŞ`ê ye. Di dema dawîn de û heta vê kêliyê hêzên YAT`ê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tên hedefgirtin. Di 22`ê Tîrmeha 2022`yan de fermandara YAT`ê Jiyan Tolhildan, fermandar Roj Xabûr û endama YAT`ê Barîn di êrişa balafira bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk de li ser rêya Qamişlo şehîd bûbûn.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ye:

Nasnav: Birûsk Kobanê

Nav û Paşnav: Mihemed Xalid Ebdo

Navê Dayikê: Ayşe

Navê Bav: Xalid

Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: Kobanê-gundê Kilutê-2003

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê-22`yê Mijdarê-2022

***

Nasnav: Mizgîn Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Muntesir Beşîr Omer

Navê Dayikê: Fesîha

Navê Bav: Beşîr

Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: Serêkaniyê-gundê Sefih-2000

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê-22`yê Mijdarê-2022."

(cx)