Şêniyên Reqayê li dijî êrişên dagirkeriyê derketin

Şêniyên Reqayê û gundewarên wê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û diyar kirin ew li kêlka Hêzên Sûriya Demokratîk in.

Şêniyên Reqayê li dijî êrişên dagirkeriyê derketin
Şêniyên Reqayê li dijî êrişên dagirkeriyê derketin
Şêniyên Reqayê li dijî êrişên dagirkeriyê derketin
Şêniyên Reqayê li dijî êrişên dagirkeriyê derketin
Şêniyên Reqayê li dijî êrişên dagirkeriyê derketin
Şêniyên Reqayê li dijî êrişên dagirkeriyê derketin
Şêniyên Reqayê li dijî êrişên dagirkeriyê derketin
Şêniyên Reqayê li dijî êrişên dagirkeriyê derketin
22 mijdar, 2022   14:47
REQA

Şêniyên Reqayê tevî Meclisa Malbatên Şehîdan, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, meclis û komîn beşdarî xwepêşandanê bûn. Xwepêşdanê ji avahiya Wafîdîn heta herêma Bab Bexdad a rojhilatê bajêr dewam kir.

Xwepêşandêran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên QSD`ê û pankertên bi nivîsên "Em Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Tirkmen li hemberî dagirkeriya Tirk bibin yek" û " Na ji êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê re" hildan.

Xwepêşandan li herêma Bab Bexdad veguherî mitîngê. Li wir Berdevka Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Zeyneb El Xelef axivî. Zeyneb got: "Êrişên dewleta Tirk ên bi balafiran û çekên giran li dijî welatiyên ku di salên borî de radestî siyasetên wê nebû, asta herî bilind a terorê ye."

Zeynab her wiha da zanîn ku zêdekirina êrişên dagirkeriya Tirk îsbat dike ku tevahî plan û siyasetên wê li hember projeya Rêveberiya Xweser a demokartîk bi bin ketine.

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqa û gundewarên wê Sosin El Xelef jî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got ku ev êriş dikevin asta sûcên şer.

Sosin El Xelef diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrişên dagirkeriya Tirk li kêleka hêzên QSD'ê ye.

(dm)

ANHA