Dagirkeriya Tirk gundekî Dêrazorê bombebaran kir

Balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker, gundê Mekmen ê girêdayî herêma Dêrazorê ku 70 kîlometre dûrî sînor e, bombebaran kir.

Dagirkeriya Tirk gundekî Dêrazorê bombebaran kir
22 mijdar, 2022   13:00
DÊRA ZOR

Bombebaran çend kêliyan beriya niha pêk hat. Li gorî agahiyan balafiran 5 caran gund bombebaran kir. Derbarê encamên êrîşê de agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.