​​​​​​​Gera 19'an a civînên Astanayê dest pê kir

Şandeyên hikumeta Şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker gihaştin Kazaxistanê da ku beşdarî civînên Astanayê bibin. Civîn dê 2 rojan dewam bike û dewleta Tirk a dagirker, Rûsya, Îran û nûnerên dewletên çavdêr jî dê beşdar bibin.

​​​​​​​Gera 19'an a civînên Astanayê dest pê kir
22 mijdar, 2022   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro gera 19'an a civînên Astanayê li paytexta Kazaxistanê dest pê kir. Ev jî hemwextî wê yekê ye ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hewayî û bejahî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Cîgirê wezîrê karên derve û şandeyê serokê Rûsyayê ji bo Rojhilata Navîn û Afrîkayê Mikhail Bogdanov beriya çend rojan ragihandibû ku gera bê ya her sê aliyên Astanayê (Rûsya, Tirkiye, Îran) ya der barê Sûriyê de, dê di 22-23'yê Mijdarê de bê lidarxistin.

(hs)