Di êrişên ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê de çekên Amerîkayê hatine bikaranîn

Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên li hemberî herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê de çekên Amerîkayê bikar anîne ne. Di wêneyên li gundewarên Kobanê hatine kişandin de, parçeyên van çekan hatin dîtin.

Di êrişên ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê de çekên Amerîkayê hatine bikaranîn
Di êrişên ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê de çekên Amerîkayê hatine bikaranîn
Di êrişên ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê de çekên Amerîkayê hatine bikaranîn
22 mijdar, 2022   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker 20’ê Mijdara 2022’yan (şeva 19-20’ê mehê) herêmên Şehba, Kobanê, Girê Sipî, Zirgan, Dirbêsiyê û Dêrikê bombebaran kirin.

Piştî êrîşên li hemberî gundewarên Kobanê, derket holê artêşa Tirk çekên Amerikayê bikar anîne. Di wêneyên ku li cihê topbaran û bombebaranan hatine kişandin de, parçeyên roketan tên dîtin. Li ser van parçeyan hejmara û nav hene. Her wiha navê şîrketa bi navê “The Boeing Company” heye.

The Boeing Company, şîreket hewayî ya  Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) ye. Di sala 1916’an de ji aliyê kesê bi navê William Boeing ve li eyaleta Washington a DYA’yê hatiye avakirin. Şîrketek pir neteweyî ye û di asta cîhanê de balafir, helicopter, roket, satelayt, alavên telekomunîkasyonê û fuzeyan çêdike. Navenda wê ya navnetewî li Chicago ye. Piştî şîreketa bi nave Lockheed Martin, di cîhanê de şîrketa duyemîn a herî mezin a di qada parastin û hewayî de ye.

ANHA