Dagirkeriya Tirk baregeha YAT`ê û Koalîsyonê bombebaran kir: 2 şehîd

Di êrişa hewayî ya dagirkeriya Tirk a dijî baregeheke hevbeş a hêzên YAT`ê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li bakurê Hesekê de, 2 endamên YAT`ê şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn.

Dagirkeriya Tirk baregeha YAT`ê û Koalîsyonê bombebaran kir: 2 şehîd
22 mijdar, 2022   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker îro saet di 12:00`an de baregeheke hevbeş a Yekîneyên Antî-Teror (YAT) û hêzên Koalîsyona Navnteweyî ya li bakurê bajarê Hesekê bombebaran kir.

Hêzên ku li baregehê diman operasyonên hevbeş li dijî çeteyên DAIŞ`ê li dar dixistin.

Li gorî agahiyan, di êrişê de 2 endamên YAT`ê şehîd bûne. Her wiha yek jê fermandar, 3 endamên YAT`ê jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku rewşa 2 birîndaran giran e.

(cx)

ANHA