​​​​​​​Helwestên herêmî û rojavayî li hember êrişên dewleta Tirk

Hêzên herêmî û rojavayî têkildarî êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwest nîşan dan.

​​​​​​​Helwestên herêmî û rojavayî li hember êrişên dewleta Tirk
22 mijdar, 2022   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dijberiya xwe li hember çalakiyên leşkerî ku îstiqrara herêmê têk dibin, nîşan da. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê got: "DYA li hember tevgerên leşkerî ye ku îstiqrara li Sûriyê xirab dikin. Washingtonê Enqere bi fikarên xwe yên ji bandorên mîna vê êrişê li ser armanca têkoşîna li dijî DAIŞ`ê, agahdar kiriye."

Berdevkê wezaretê wiha dewam kir: "Em her çalakiyeke leşkerî ku îstiqrara li Sûriyê xirab dike, yan jî bi rêya karên leşkerî yên nekoordînekirî bi hikumeta Iraqê re serdestiya Iraqê binpê dike, red dikin. Em her wiha êrişên dawîn ên li başûrê Tirkiyê ku li gorî raporan di encamê de sivîl hatine kuştin, red dikin."

FRANSA: NE CARA YEKÊ YE

Fransayê jî li ser zimanê wezîra xwe ya karên derve Catherine Colonna, roja duşemê "metirsiya” xwe li hember êrişên hewayî yên Tirkiyê li dijî deverên li Sûriyê û Iraqê pêk anîne, nîşan da û bang li Enqereyê kir ku "aram be.”

Catherine Colonna got: "Mixabin, ev ne cara yekê ye ku em dibînin Tirkiye êrişan li ser dewleteke biyanî pêk tîne. Her carê me fikarên xwe nîşan dane."

RÛSYA: JI BO RÊGIRTINA LI RAGEŞIYÊ XWERAGIRTIN DIVÊ

Şandeyê serokê Rûsyayê yê taybet bi Sûriyê Alexander Lavrentiev jî ragihand ku "Rûsya bang li hevkarên xwe yên Tirk dike ku xwe ragire da ku pêşî li rageşiyê li Sûriyê bê girtin."

Her wiha destnîşan kir ku dive hevkariya bi hemû aliyên têkildar re ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane ya doza kurdî, dewam bike.

Dîplomatê Rûsî got: "Tirkiye têkildarî operasyona xwe ya hewayî li Sûriye û Iraqê, Rûsya agahdar nekir. Dê ev mijar di civîna Astanayê de bê nîqaşkirin."

ÎRAN: BERSIVEKE HIŞK

Îranê jî êrişên Tirkiye li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî, bêdengiya saziyên navneteweyî û Konseya Ewlehiyê ya NY`yê şermezar kir û banga bersivdayîneke hişk kir û got: "Di vê çarçoveyê de, em piştgirî didin hemû gavên ku hikumeta Sûriyê ji bo xweparastinê û ewlehiya gelê xwe digire."

NY: DÛRÎ RAGEŞIYA HERÊMÎ BIKEVIN

Cîgirê berdevkê fermî yê sekreterê giştî yê NY`yê Ferhan Heq jî bersiva rojnamevanan da û got: "Sekreterê giştî yê NY`yê bang li hemû aliyan dikin ku xwe ragirin û dûrî rageşiya herêmî bikevin."

Her wiha anî ziman ku Antonio Guterres têkildarî raporên li ser karên dijminane yên li dijî sivîlan bi fikar e û tekeziyê bi parastina sivîlan û binesaziyan li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî dike.

Şandeya sekreterê giştî yê NY`yê yê taybet ê Sûriyê Geir Pedersen jî "metirsiyên" têkildarî rageşiya li Sûriyê nîşan da û destnîşan kir ku ew ê di civîna Astanayê de banga rawestandina rageşiyê bike.

PARLAMENTOYA EWROPAYÊ

Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola jî li pêş parlamentoyê axivî û bang li Erdogan kir ku rêzê li hember qanûnên navneteweyî bigire.

(cx)