Artêşa Tirk gundewarê Minbicê topbaran dike

Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundewarê Minbicê topbaran dike. Di heman demê de balafirên bê mirov li ser eniyên şer digerin.

Artêşa Tirk gundewarê Minbicê topbaran dike
22 mijdar, 2022   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker gundên Mehsenlî û Hoşereiyê yên bakurê bajarê Minbicê topbaran dike.

Di heman demê liv û tevgera balafirên bê mirov li eniyên rojhilat, rojava û bakur ên bajarê Minbicê hene.

Ji roja Şemiya borî ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser Minbicê nesekiandine.

ANHA