Bîlançoya 24 saetên dawîn a êrişên li ser herêma Efrînê

Di 24 saetên dawîn de dewleta Tirk a dagirker 23 dever û gundên li navçeyên Şera û Şêrawa û kantona Şehbayê bi dijwarî topbaran kirin. Nêzî 570 top li herêmê ketin.

Bîlançoya 24 saetên dawîn a êrişên li ser herêma Efrînê
22 mijdar, 2022   08:34
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker di 24 saetên dawîn de li katnona Şehbayê 12, li navçeya Şêrawa 8, li navçeya Şera jî 3 gund û dever topbaran kirin.

Gund û deverên hatine topbarankirin ev in:

Şehba: Zîwan, Hirbil, Rêya Ehresê, Samûqa, Til Madîq, Minix, Bêlûniyê, Bendava Şehba, Til Cîcan, Til Enab, Şêx Îsa, Kefer Naya.

Şêrawa: Bênê, Meyasê, herêma navbera Birc Qas û Meyasê, Ziyaretê, derdora baregeha hêzên Îranê ya li Bênê, Îrşadiyê, Elqemiyê, stasyona sotemeniyê ya Elqemiyê.

Şera: Malikiyê, Şewarxa, Merenaz.

Hate ragihandin ku nêzî 570 guleyên hawan, obîs û tankê li herêmên navborî ketine.

Balafirên şer û keşfên biçek jî bê navber li ser herêmê digeriyan.

(cx)

ANHA