​​​​​​​Serhildana li Rojhilat û Îranê dewam dike

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bê navber dewam dikin. Duh bi şev di encama êrişên dewleta Îranê de 3 kes hatine kuştin.

​​​​​​​Serhildana li Rojhilat û Îranê dewam dike
22 mijdar, 2022   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên li dijî qetilkirina Jîna Emînî bê navber dewam dikin.

Duh cenazeyê kesên di 20’ê Mijdarê de ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn qetilkirin, bi merasîman hatin veşartin. Li bajarên Ciwanro û Pîranşar ên Rojhilatê gel daket qadan. Li Ciwanroyê Pasdarên Îranê rasterast gule berdan çalakvanan û tê gotin herî kêm 3 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Gorî agahiyan li nexweşxaneya Ciwanroyê xwîn nemaye, ji ber vê jî ji bajarên din bi taybet Kirmaşan bi sedan welatî ji bo xwîndayînê berê xwe dan navendên xwîndayînê.

Ji bo piştgiriya Ciwanroyê, li bajarên Selamî Bawecanî, Riwanser û Pawe gel daket kolanan, hêzên dewletê li vir jî bi tundî êriş kir.

Li bajarên Bane, Merîwan, Seqiz, Dêwlan, Kamyaran, Dîwander, Qure, Sine, Kirmaşan û Awdan careke din gel daket kolanan û çalakî li dar xistin. Li bajarê Şino dikandaran grev ragihand, li Kirmaşanê jî çilrojiya çalakvanekî veguherî xwepêşandanê.

Li zanîngeha Sineyê xwendevan careke din daketin kolanan, dirûşmên li dijî dewleta Îranê berz kirin.

Li Sineyê melayan çalakî li dar xistin û bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Îranê şermezar kirin. Melayan di daxuyaniya xwe de banga berdana girtiyan kir û got divê daxwazên çalakvanan werin bicihanîn.

Li bajarên Tehran, Zahîdan, Buşehir, Bender Ebas û Merwideş jî çalakî hatin lidarxistin. Xwendevanên zanîngehan li van bajaran daketin kolanan û çalakiyên xwe dewam kirin.

Tevî hemû êriş, qetilkirin û girtinê jî gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên xwe didomîne.