Karwanê cenazeyên şehîdan ber bi Goristana Şehîd Xebat ve bi rê ket-HATE NÛKIRIN

Karwanê oxirkirina cenazeyên şehîdên komkujiya Dêrikê ber bi Goristana Şehîd Xebat ve bi rê ket.

Karwanê cenazeyên şehîdan ber bi Goristana Şehîd Xebat ve bi rê ket-HATE NÛKIRIN
21 mijdar, 2022   09:19
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê li bajarê Dêrikê kom bûn da ku beşdarî merasîmê oxirkirina 11 şehîdên komkujiyê; nûçegihanê ajansa me Îsam Ebdullah û Hisên Elî, Çîçek Harûnî, Hîlal Qasim, Hediye Ebdullah, Ubeyd Xalid, Mehmûd Elî, Fayîz Ebdullah, Nûrî Çiftcî, Hisên Xilto û Mazin Osê û şehîdekî din ku nasnameya wê nehat zanîn, bibin.

Girseyê cenazeyên şehîdan ji Nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Xebat ve bi rê ketin.

Li goristanê dê merasîmek were lidarxistin.

ANHA