Welatiyên Qamişlo: Eger em xwe neparêzin kesek me naparêze

Welatiyên Qamişlo nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker da û got, "Dewleta Tirk bi êrişan dixwaze Rojava dagir bike, lê em paş de gav navêjin, em axa xwe terk nakin."

Welatiyên Qamişlo: Eger em xwe neparêzin kesek me naparêze
21 mijdar, 2022   06:24
QAMIŞLO

Welatiyên kantona Qamişlo diyar kir ku ew ê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêm têkoşînê bidomînin û dev ji xaka bernadin.

Mihemed Ehmed ê ji navçeya Amûdê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û bêdengiya cîhanê ya li hemberî van êrişan şermezar kir û got: "Em wekî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim li kêleka şervanên xwe ne. Armanca dewleta Tirk a dagirker tunekirina gelê Kurd e. Lê bila dewleta Tirk baş nas bike ku em tu carî paşde naçin û em ê li ser xaka xwe bin."

Welatiya bi navê Newroz Elî ya ji Amûdê ye diyar kir ku ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk a dagirker êrişê herêmê dike û da zanîn ku armanca wê dagirkirina Rojava ye.

Newroz Elî got: ʹʹEm wekî gelê Rojava van êrişan qebûl nakin. Bi salane em têkoşîn dikin, em ê têkoşînê bidomînin û bi rihê şerê gel ê şoreşgerî em ê berxwedana xwe bidomînin’’

Welatiya bi navê Selma Îsmaîl a ji bajarê Qamişlo diyar kir ku ew ê li hemberî êrişan li qadan bin û got: ʹʹEm ji êrişên dewleta Tirk natirsin. Em ê her tim li qadan bin û li ber xwe biden.  Em gihiştine vê zanebûnê eger em xwe neparêzin kesek me naparêze.  Îro ji heft salî heta heftê salî  em hemû li qadan in."

Welatiyê bi navê Îsamîl Xelo  yê ji bajarê Qamişlo nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker da û wiha axivî: ʹ‘Heta em li ser lingan bin em ê li ber xwe bidin. Wê tu êriş nekaribin me bidin seknandin. Dewleta Tirk çi dike bila bikê em axa xwe bernadin . Em soz didin ku em ê her tim li ser soza şehîdên xwe bin.’’

ANHA