Ciwanên Reqayê: Em amade ne li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe bidin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Reqayê daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Ciwanan destnîşan kir ku ew amade ne li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe bidin.

Ciwanên Reqayê: Em amade ne li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe bidin
20 mijdar, 2022   16:56
REQA

Di xwepêşandana ji çerxerêya kolana 23`yê Sibatê dest pê kiriye de, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan û şêniyên Reqayê beşdar bûn. Xwepêşandêran Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) silav kir û dagirkeriya Tirk û topbarana wê şermezar kir.

Xwepêşandan li çerxerêya El Neîm rawestiya û veguherî mitingê, di mitingê de hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Reqayê, Ela El Xelef wiha axivî: “Me îro ji bo bersivdana êrişên dewleta Tirk a faşîst li dijî gelê me li Kobanê, Eyn Îsa, Girê Spî û Şehbayê ev xwepêşandan li dar xist. Eger pêwîst bike em dê ne tenê xwepêşandanan li dar bixin lê belê em dê li rex QSD`ê bin da ku gel û herêmê xwe biparêzin.”

El Xelef di dawiyê de got: “Em amade ne li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe bidin. Divê em li hember van êrişan amade bin û gelê xwe ji xeteriyan biparêzin.”

ANHA