Balafirên dewleta Tirk li asîmanê herêma Koçerat digerin

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê herêma Koçerat a Qamişlo digerin.

Balafirên dewleta Tirk li asîmanê herêma Koçerat digerin
20 mijdar, 2022   17:26
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê herêma Koçeran a navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo digerin.

Piştî ku balafirên dewleta Tirk a dagirker stasyona kehrebeyê ya li devera di navbera gundê Gir Kendal û Teqil Beqil de yê herêma Koçerat, topbaran kirin, liv û tevgera balafiran çêbû.

Tê destnîşan kirin ku di encama wê bombebarana li ser wê herêmê de 11 welatî şehîd bûn ku di nav de nûçegihanê ajansa me Îsam Ebdullah heye. Her wiha 3 kes jî birîndar bûn.

ANHA