​​​​​​​Li Beyrûtê sûcên dagirkeriya Tirk û tundiya li ser jinan hatin şermezarkirin

Rêxistinên jinan û aktîvîstan li paytexta Lubnan Beyrûtê, êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tundiya li ser jinan şermezar kirin.

​​​​​​​Li Beyrûtê sûcên dagirkeriya Tirk û tundiya li ser jinan hatin şermezarkirin
20 mijdar, 2022   16:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakî ji aliyê Kongra Star a Lubnanê ve hat organîzekirin û tê de Komeleya Jîn û Komeleya Newroz a Çandî û Civakî, Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Lubnanê, rêxistinên civaka sivîl ên lubnanî, rêxistinên jinan, aktîvîst, mafnas û bi dehan Kurd beşdar bûn.

Çalakî li qada Şuheda (Şehîdan) ya Beyrûtê hat lidarxistin.

Di serî de, endamê Meclisa PYD’ê Mistefa Abdîn bi navê meclisê û kurdistaniyên li Lubnanê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kir û bang li rêxistinên hiqûqî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku xwedî li erka xwe derkevin û sûcên dagirkeriya Tirk rawestînin.

Piştre, daxuyaniyeke hevbeş a Kongra Star, Komeleya Jîn û Komeleya Newroz ji aliyê endama Kongra Star Lava Bekir ve hat xwendin, di daxuyaniyê de tundiya li ser jinan û hedefgirtina Nagîhan Akarsel û Jîna Emînî hat şermezarkirin.

Piştre, daxuyaniya rêxistina Nede ji aliyê endama rêxistinê Nûr Ehmed ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de tundiya li ser jinan li seranserî cîhanê hat şermezarkirin û teqezî bi piştgiriya şoreşa jinan a li Îranê û hemleya “Ez Jiyan im” hat dayîn.

Her wiha, lêkoler û akademîsyen Dr. Muna Feyad êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û şoreşa jinan silav kir.

Piştre, daxuyaniya însiyatîfa “Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan” ji aliyê endama însiyatîfê Îman Fêtih ve hat xwendin ku tê de banga serhildana li dijî tundiya li ser jinan û dagirkeriyê hat kirin.

Çalakî bi siloganên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bimire Faşîst Erdogan” bi dawî bû.

(mh)

ANHA