Partiya Yektiya Suryan êrişên qirkirinê yên Tirkiyê şermezar kirin

Partiya Yekitiya Suryan diyar kir, "Em çi destwerdaneke leşkerî ya dewleta Tirk li Sûriyê bi giştî û herêmên Rêveberiya Xweser bi taybet red û şermezar dikin."

Partiya Yektiya Suryan êrişên qirkirinê yên Tirkiyê şermezar kirin
20 mijdar, 2022   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bombebarana balafirên şer li dijî gelek herêman ku di encamê de bi dehan leşkerî, sivîl û rojnamevan şehîd û birîndar bûn şermezar dikin. Ev êriş, piştî hincetên derew ên dewleta Tirk pêk hatin.

Em çi destwerdaneke leşkerî ya dewleta Tirk li Sûriyê bi giştî û herêmên Rêveberiya Xweser bi taybet şermezar dikin. Dewleta Tirk hewl dide QSD′ê derbe bike û peymanên agirbestê ku bi Rûsya û Amerîkayê re îmze kirine binpê dike. Bi wê re hemû hewldanên navneteweyî yên ji bo rawetandina şerên leşkerî û aktîfkirina çareya siyasî li Sûriyê, têk dibe.

Em bi QSD′ê re ne ku parêzvanê hemû pêkhateyên herêmê ye, her wiha em bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re ne.

Em bang li hêzên navneteweyî, bi taybet hêzên Koalîsyona Navneteweyî dikin ku destwerdanê bikin, da ku van êrişên, dibe ku bi pêş bikevin, fireh bin û îstîqrara li herêmê derbe bikin, rawestînin. Her wiha çi êrişeke nû ya dewleta Tirk li dijî herêmê dê bi xwe re gelek azaran ji welatiyan re bîne, mîna berê di dagirkirinên gelek herêmên li bakurê Sûriyê çêbûne û dê ew yek ji bo vegera çalakiyên rêxistina DAIŞ′ê ya  terorîst bibe piştgiriyeke xurt.

Siyaseta dewleta Tirk a bi kontrola AKP′ê, bi rêya desteka ji komên leşkerî yên radîkal re, ji wan jî komên di lîsteya terorê de yên li bakurê rojavayê Sûriyê, hîna gefan li tevahî herêmê û cîhanê dixwe. Ev kom li erdîngariya Sûriyê fireh dibin û projeya dewleta Tirk serwerîkirina Sûriyê. Em vê yekê qebûl nakin û divê dewleta Tirk ji aliyên qanûnî û navneteweyî ve li ser sûcên xwe were hesabkirin."

(fr)