Meclisa Sivîl a Reqayê û rûspiyên eşîran êrişên li ser herêmê şermezar kirin

Meclisa Sivîl a Reqayê û rûspiyên eşîrên bajêr, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û destnîşan kirin ku hemû eşîr û pêkhateyên herêmê li pişta Rêveberiya Xweser û ciwanên xwe yên di nav QSD`ê de, ne.

Meclisa Sivîl a Reqayê û rûspiyên eşîran êrişên li ser herêmê şermezar kirin
20 mijdar, 2022   12:25
REQA

Endamên Meclisa Sivîl a Reqayê û saziyên leşkerî, rûspiyên eşîrên bajêr li pêşiya avahiya meclisê kom bûn û daxuyaniyek da.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El Zîb daxuyanî xwend ku tê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û di encamê de gelek welatî şehîd bûn, hatin şermezarkirin.

Di dauxyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker hemwextî lidarxistina Komxebata Duyemîn a Êrişên Sûriyê dest pê kirin ku biryar bû di 20`ê Mijdarê de bi tevlêbûna zêdetirî 6 hezar û 300 rûspiyên êlên herêmê û Sûriyê li dar ketinba.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dewleta Tirk a dagirker berpirsa derengxistina komxebatê ye ku di pêvajoya çarenûsî de wê bihata lidarxistin da ku roleke girîng di çareserkirina aloziya Sûriyê de û rûniştandina Rêveberiya Xweser de bilîze. Her wiha ji bo ku gelên herêmê isbat bikin ew bi Rêveberiya Xweser re û bi rêya diyaloga sûrî-sûrî dixwazin aloziyê bi dawî bikin.”

Di daxuyaniyê de rûspiyan gotin ew bi Rêveberiya Xweser û ciwanên xwe yên di nava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de re ne da ku ewlehiyê li herêmê bisepînin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êriş bi zanabûn di vê wextê de pêk hat armanca wê jî, astengkirina lidarxistina Komxebata Eşîrên Sûriyê bû, ji ber ku armanca komxebatê pêkanîna yekitiyê bû û da ku gelek nîşane û peyaman bide ku projeya netewa demokratîk û biratiya gelan a hemû sûriyan e.

(şx)

ANHA