Vaye hovîtiya ku cihê gotinê nahêle

Dîmenên ku hovîtiya dewleta Tirk a dagirker li Dêrikê pêk aniye, pêdivî bi tu gotinekê nahêle.

Vaye hovîtiya ku cihê gotinê nahêle
20 mijdar, 2022   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên dewleta Tirk a dagirker şevê din li gundê Teqil Betil ê Dêrikê wesayitek bombebaran kir. Di vê êrîşê de 2 kes şehîd bûn. Piştî êrîşê komek welatiyan çûn cihê bombebaranê û daxuyaniyek da çapemeniyê. Piştî daxuyaniyê, hîn welatî belav nebibûn, balafirên dagirkeriya Tirk careke din ew kirin hedef. Di êrîşê de peyamnêrê ajansa me İsam Ebdullah jî di nav de 7 kes şehîd bûn, 3 kes jî birîndar bûn.

Di dîmenên ku piştî êrîşa yekemîn hatine kişandin de, daxuyaniya welatiyan tê xuyakirin û nerazîbûna xwe nîşan didin. Di dîmena ku piştî daxuyaniyê hatiye kişandin de jî, encama bombebarana dagirkeran tê dîtin. Ji kesên ku tevlî daxuyaniyê bibûn, şehîd û birîndar çêbûn, lê nasnameyên wan hîn nehatine zelalkirin.

Her wiha di dîmenan de welatiyên bûne qurbanî û ziyana ku di avahiyan de çêbûye tên dîtin. Dîmenên ku hovîtiya dagirkeriya Tirk radixe ber çavan, cihê gotinê nahêle. 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zKZfOB3vGfQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>