HDP: Divê êriş tavilê bisekinin

HDP'ê têkildarî êrişên dagirkeriyê daxuyanî da û got, "Divê êriş tavilê bisekinin. AKP-MHP hewl dide temenê xwe dirêj bike. Li dijî van êrişan divê her kes dengê xwe bilind bike."

HDP: Divê êriş tavilê bisekinin
20 mijdar, 2022   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek weşand.

HDP'ê kesên ku di êrişan de şehîd bûn bi bîr anîn û diyar kir ku dê sibe bi rengekî awarte bicivin û got: "Em bang li hêzên demokratîk û dijberên şer dikin ku êrişê şermezar bikin û li dijî vê êrişa neheq dengê xwe bilind bikin.

Di serî de Kobanê ku bi berxwedana destanî ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û bi modela xwe ya jiyana nû bûye çavkaniya sûdwergirtinê ji bo hemû bindestan, gelek herêmên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh bi şev bi balafiran hatin bombekirin. Bi bihaneya êrişa bombeyî ya li Kolana Îstîklalê ku tê fêhmkirin lîstikeke tarî ye, duh bi şev bombe li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate barandin. Eşkere ye ku ev desthilatdarî dixwaze tişta ku DAÎŞ'ê nekarî bike, bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî temam bike. Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne gefeke ewlekariyê ye, berevajî; hêviyek ji bo mirovahiyê ye. Gefa ewlekariyê ya esasî ew mejî ye ku dibêje 'Em ê derbasî aliyê din ê sînor bibin, du fuzeyan biavêjin û şer bidin destpêkirin', ku bi vê têgihiştinê hewl didin armancên xwe yên tarî bi cih bînin.

Beriya niha êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrînê û herêmên din ên Kurdan, herêmên ku hatin dagirkirin ji bo DAÎŞ û dûvikên wê kirin qada jiyanê. Êriş ne weke ku desthilatdarî îdîa dike 'ji bo ewlehiya sînor e', berevajî, gef û metirsiya li ser Tirkiyê zêdetir dike. Yên ku li ser Tirkiyê gef in Kurd nîn in, yên gef in DAÎŞ û dûvikên wan in ku li herêmên dagirkirî hatine bicihkirin.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê, ku nikare welêt bi rê ve bibe û fatûreya krîza avanî ya mezin li gel dibire, bi stratejiya zexta li hundir û şerê li derve hewl dide temenê xwe dirêj bike, welêt her roj bêhtir dixe nava çiravê.

Li hemberî van êrişên nerewa yên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bang li hêzên demokratîk û dijberên şer ên neteweyî û navneteweyî dikin ku van êrişan şermezar bikin û li dijî van êrişên neheq dengê xwe bilind bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê ji bo nirxandina van êrişan wê sibe bi rengekî awarte li hev bicive û nirxandinên xwe bi raya giştî re parve bike.