Kongra Star: Li dijî êrişên qirkirina komî serî hildin

Meclisa Kongra Star êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar kirin. Meclisê bang li gel kir ku li dijî êrişên qirkirina komî yên dagirkeriyê dakevin qadan û serî hildin.

Kongra Star: Li dijî êrişên qirkirina komî serî hildin
20 mijdar, 2022   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star têkildarî bombebaranên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî  gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.  

Meclisê bi tundî êrişên  dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got: "Gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve rastî bombebarana hovane û sîstematîk hatin. Li Qendîlê ya Başûrê Kurdistanê, Şehba, Dêrik û Kobanê ku rêxistina terorîst a DAIŞ'ê têk bir û bi saya bi hezaran zarokên wê yên  leheng hat rizgarkirin, bombebaran pêk hat. Di encama êrişan de hejmarek welatî şehîd û birîndar bûn.

Ji destpêka Şoreşa Rojava de û heya roja îro, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser gel û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya balafirên bêmirov ên biçek û balafirên şer didomîne. Armanc ew e ku tirs û xofê bixe dilê welatiyên herêmê yên ku bi şoreş û mafê xwe ve girêdayî ne û dev ji projeya xwe bernadin. 

Ev êriş hemwextî nêzbûna hilbijartinên serokkomariyê yên Tirkiyê pêk tên û armanca wan têkbirina aramiyê ye. Dewleta Tirk li pêş çavên tevahî cîhanê van êrişên hovane pêk tîne. Dewletên cîhanî jî li hember van kiryar û êrişan bêdeng in.

Dewleta Tirk di dîrokê de her dem xwestiye Kurdan qir bike, ew bi hemû rêbazan êrişî gelê Kurd û Kurdistanê dike.

Em weke Koordînasyona Kongra Star berdewamiya van kiryarên hovane û dijminane red dikin, ku ew bi xwe jî binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî û mirovî ye û ji bo ewlehî  û aramiyê xetereyeke rasterast e.

Li dijî êrişên qirkirina komî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser hemû axa Kurdistanê û herêmên ewle yên sivîlan ku pê dixwaze gelê Kurd û destkeftiyên wî yên şoreşa Rojava têk bibe, divê em dakevin qadan û serî hildin. Ev sûcên hovane wê nikaribin îradeya gelên herêmê yên ku ji bo azadî û rûmeta xwe têkoşîn dikin, têk bibe. Wê bihêle ku gel ji bo pêkanîna armancên şoreşa xwe ya pîroz bêhtir gavan bivêje.

Em hêzên navneteweyî yên ku qada hewayî li pêş balafirên dewleta Tirk a dagirker vekirin, şermezar dikin. Em bang li Koalîsyona Navneteweyî û hemû desteyên hiqûqî û rêxistinên mirovî dikin ku gavên berbiçav li dijî destdirêjî û sûcên domdar ên dewleta Tirk a dagirker biavêjin. Her wiha van kiryarên hovane yên dermirovî belge bike, qedexeya hewayî ferz bike û qada hewayî li ber êrişên dewleta Tirk bigire.

Heya têkbirina hemû planên dewleta Tirk em ê têkoşînê bilindtir bikin, ji ber ku tenê berxwedan û têkoşîn ji bo jiyaneke aştiyane çareserî ne. Ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe em ê bi hemû hêza xwe destkeftiyên xwe biparêzin û parastina xaka xwe bikin."

(hs)