YRAʹyê banga parastina rojnamevanan ji êrişên dagirkeriya Tirk kir

YRAʹyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser rojnamevanan û gelên herêmê şermezar kir û got: " ji hemû saziyên navdewletî yên eleqedar tê xwestin ji bo parastina rojnamevanan û hemû sivîlên herêmê erka xwe pêk bînin.ʹʹ

YRAʹyê banga parastina rojnamevanan ji êrişên dagirkeriya Tirk kir
20 mijdar, 2022   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser rojnamevanan şermezar kir.  YRAʹyê sersaxî ji malbata nûçegihanê me şehîd Îsam Ebdullah û şîfaya lezgîn ji nûçegihanê Strêk TV Mihemed El Ceradê re xwest.

Daxuyaniya YRAʹyê wiha ye:

ʹʹŞevê din dewleta Tirk a dagirker careke din hemû yasa û zagonên navdewletî binpê kirin û li seranserî xeta sînor a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek cih bi balafirên şer bombebaran kirin. Di encamê de nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Îsam Ebdullah yê li Dêrikê bi lez berê xwe da cihê bûyerê birîndar bû, Îsam bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê û tevî hemû hewldanan jî nehate rizgarkirin û şehîd bû.

Li Kobanê jî Nûçegihanê Stêrk TV Mihemed El Ceradê dema ji bo şopandina mijarê berê xwe dida girê Meştenûr ê Kobanê, balafiran careke din herêm bombebaran kir. Di encamê de Mihemed El Ceradê li nêzî girê Meştenûr birîndar bû. Tevî herdû hevalên me yên rojnamevan hejmarek welatî şehîd û birîndar bûne.

Em sersaxiyê ji malbata Şehîd Îsam Ebdulla û Ajansa Hewarê û malbata hemû şehîdên bombebarana dewleta Tirk re dixwazin û şifaya xêrê ji Mihemed El Ceradê û hemû birîndaran re dixwazin. Di heman demê de em sûcên dewleta Tirk a hedefgirtina sivîlan û bi taybet rojnamevanan bi tundî şermezar dikin û bang li civaka navdewletî û di serî de Yekitiya Rojnamevanan a Navdewletî (IFJ) û saziyên ji parastina rojnamevanan berpirsyar in, van sûcên dewleta Tirk û êrişên wan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û rojnamevanan bi taybet bibînin û erka xwe pêk bînin.

Ji ber destwerdan û êrişên dewleta Tirk ên di karûbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de metirsiyê li ser sivîlan û jiyana gelek rojnamevan û xebatkarên çepemeniyên ên ji saziyên herêmî û navdewletî re li vê herêmê kar dikin, çêdike. Li ser wî esasî jî ji hemû saziyên navdewletî yên eleqedar tê xwestin ji bo parastina rojnamevanan û hemû sivîlên herêmê erka xwe pêk bînin.ʹʹ