​​​​​​​Navenda Lêkolînan a Jineolojî konferansa xwe ya yekemîn li Helebê li dar xist

Bi dirûşma “Ji têkoşîna xwişkên Mîrabal heta bi fedakariya Jîna, Zeyneb û Nagihan, Jin, Jiyan, Azadî), Navenda Lêkolînan a Jineolojî konferansa xwe ya yekemîn li ser asta Heleb, Efrîn-Şehbayê li dar xist.

​​​​​​​Navenda Lêkolînan a Jineolojî konferansa xwe ya yekemîn li Helebê li dar xist
​​​​​​​Navenda Lêkolînan a Jineolojî konferansa xwe ya yekemîn li Helebê li dar xist
​​​​​​​Navenda Lêkolînan a Jineolojî konferansa xwe ya yekemîn li Helebê li dar xist
​​​​​​​Navenda Lêkolînan a Jineolojî konferansa xwe ya yekemîn li Helebê li dar xist
​​​​​​​Navenda Lêkolînan a Jineolojî konferansa xwe ya yekemîn li Helebê li dar xist
​​​​​​​Navenda Lêkolînan a Jineolojî konferansa xwe ya yekemîn li Helebê li dar xist
​​​​​​​Navenda Lêkolînan a Jineolojî konferansa xwe ya yekemîn li Helebê li dar xist
​​​​​​​Navenda Lêkolînan a Jineolojî konferansa xwe ya yekemîn li Helebê li dar xist
​​​​​​​Navenda Lêkolînan a Jineolojî konferansa xwe ya yekemîn li Helebê li dar xist
20 mijdar, 2022   15:23
HELEB

Bi armanca pêşxistina rêbazên lêkolînan di warê jineolojiyê de ku ew jî yek ji berhemên rêber Abdullah Ocalan e, Navenda Lêkolînan a Jineolojî yekemîn konferansa xwe li hola Star Layt a Helebê, bi beşdariya 200 delege û endaman li dar xist.

Li hola konferansê, wêneyên şeheîdên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çalakger Nagihan Akarsel û pankartên "Bi rihê Şoreşa 19′ê Tîrmehê em ê têkoşîna şoreşa jinan bilind bikin, çand, nasname û hebûna xwe biparêzin" hatin daliqandin.

Di destpêka konferansê de endama rêveber a Navenda Lêkolînan a Jineolojî Rojiyan Hisên perspektîfên rêber Ocalan ên li ser şoreşa jinê xwendin.

Piştre ji aliyê Komîna Weşan û Ragihandinê ya Akademiya Jineolojiyê ve, sînevîzyonek li ser 25’ê Mijdarê hat pêşandan, di sînevîzyonê de li ser dîroka têkoşîna jinan li cîhanê, doza xiwşkên Mîrabal û ragihandina Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, bal hat kişandin.

Piştî sînevîzyonê endama Navenda Lêkolînan a Jineolojî ya Şehbayê Zehîde Mamo encam û analîzên ku Navenda Jineolojî ya Efrîn-Şehba û Helebê bi dest xistine, xwendin.

Piştre, deriyê nîqaşê li ber beşdaran hat vekirin. Bi wê re endama Meclisa Kantona Efrînê Arîn Bakîr got: “Mijara rexnedayîna li ser bingehên zanistî jinan bi pêş dixeû ne wan kole dike. Divê têkoşîna jinan yek be, da ku sûcên li dijî jinan dubare nebin, mîna yên li dijî êzidiyên li Şengalê bi destê DAIŞ′ê pêk hatine."

Tê payîn ku konferans bi avakirina werşeyên xebatê li ser cureyên tundiya li dijî jinan û dayîna bingehîn çareseriyê ji gelek mijar û dozan re dewam bike.

(mh)

ANHA