Mazlûm Ebdî: Eger şer dewam bike dê berxwedan li her derê belav bibe

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku dagirkeriya Tirk demeke dirêj e amadekariyên van êrişan dike û anî ziman ku eger dewleta Tirk di şer de israr bike, ew ji berxwedaneke mezin re amade ne.

Mazlûm Ebdî: Eger şer dewam bike dê berxwedan li her derê belav bibe
20 mijdar, 2022   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî ji Ronahî TV re axivî û anî ziman ku roja Şemiyê ji saet 22:00`an û pê ve ji Şehbayê heta bi Dêrikê gelek herêmên Rojava bi balafirên şer hatin bombekirin.

SALEKE PLANA WÊ DIKIRIN

Ebdî got, "Êrîş li ser nuqteyên sivîl û leşkerî hatin kirin. Her wiha li hemberî nuqteyên hêzên me û yên dewleta Sûriyeyê hatin kirin. Hin şehîd û birîndarên me hene. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, wê êrîş demeke din dewam bike. Eşkere ye ku ti eleqeya me bi êrîşa terorîst a li Stenbolê re nîne. Cîhan tev bi vê zane. Eleqeya ti aliyekî Kurd bi êrîşeke terorîst a li hemberî sivîlan re nîne."

ÊRÎŞA LI TAKSÎMÊ LÎSTIKA ÎSTÎXBARATA TIRK E

Ebdî ji bo êrîşa li Taksîmê got, "Ev lîstik bûyereke îstîxbarata Tirk e. Bi destê çeteyên ser bi deweta Tirk ve hatiye kirin" û wiha dewam kir: "Dixwazin ku hêzên me bi vê êrîşê re sûcdar bikin. Bila her kes zanibe ku êrîşên niha têne kirin, saleke amadekariya wan hatiye kirin. Dewleta Tirk êrîşa li Stenbolê ji xwe re kir hincet."

EGER DI ŞER DE ISRAR BIKE WÊ ŞER TENÊ LI HERÊMÊ NEMÎNE

Ebdî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze tolê ji gelên Rojava û destketiyan hilîne, dixwaze herêmê vala bike û got, "Ev jî lîstikeke Erdogan a ji bo hilhilbartinê ye. Bi êrîşên bi vî rengî ti carî nikarin îradeya me bişikînin. Hêzên me ji van êrîşan re amade bûn. Lewma em ne bawerin ku karibin zerareke mezin bidin hêzên me. Lê belê eger dewleta Tirk êrîşand ewam bike, wê her kes zerarê ji vê yekê bibîne. Em naxwazin şerekî mezin rû bide. Lê belê dewleta Tirk eger di şerê dijî me de israr bike, em ji berxwedaneke mezin re amade ne. Şer wê tenê li vir nemîne, wê li her derê belav bibe û bandorê li her kesî bike. Em bang li her kesên pêwendîdar dikin ku erk û berpirsyariya xwe bi cih bînin û êrîşên hovane yên dewleta Tirk rawestînin."

LIV Û TEVGEREKE BEJAHÎ NÎN E

Ebdî got, "Li gorî agahiyên ku gihîştine me, bombardûman wê hinekî din jî dewam bike. Di rewşa heyî de liv û tevgereke bejahî ya dewleta Tirk nîne. Me jî ji aliyê leşkerî ve tedbîrên xwe wergirtine. Lê belê ji bo gelê me zerarê nebîne divê li gorî biryarên ewlekariyê tevbigerin."