Di bombebarana Dêrîkê de nûçegihanê ajansa me şehîd bû

​​​​​​​Nûçegihanê ajansa me yê bajarê Dêrikê Îsam Ebdullah, dema şevê din nûçeya bombebarana dewleta Tirk a dagirker dişopand, di encama bombebaranê de şehîd bû.

Di bombebarana Dêrîkê de nûçegihanê ajansa me şehîd bû
20 mijdar, 2022   07:33
DÊRIK

Balafirên dewleta Tirk a dagirker şevê din li gel herêmên Kobanê, Şehba û Zirganê, gundê Teqil Betil ê girêdayî bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişlo jî bombebaran kir. Piştî êrîşa yekemin welatiyên herêmê xwestin xwe bigihînin cihê bombebaranê.

Peyamnêrê ajansa me Îsam Ebdullah jî ji bo ku rewşê bişopîne çû cihê bûyerê. Li di wê de balafirên dagirkeran cara duyen êrîş pêk anî.

Di êrîşê de gelek welatî birîndar bûn. Peymanêrê me Îsam Ebdullah ku ew jî birîndar bibû,  nehat rizgarkirin û şehîd bû.

ANHA