Di bombebarana dagirkeriyê de rojnamevanek birîndar bû

Di bombebarana balafirên dagirkeriya Tirk li ser Girê Miştenûr ê Kobanê de nûçegihanê Stêrk TV Mihemed Ceradê birîndar bû.

Di bombebarana dagirkeriyê de rojnamevanek birîndar bû
20 mijdar, 2022   07:09
KOBANÊ

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker derdor û navenda bajarê Kobanê carek din bombebaran kirin.

Li gorî agahiyan, Taxa Nû ya Kobanê, Taxa Kaniya Kurdan, gundê Qeremûx û Girê Miştenûr hatin bombebarankirin. Di êrişê de rojnamevan û endamê Stêrk TV Mihemed Ceradê ku êrişên dagirkeriyê li ser herêmê dişopandin, birîndar bû.

(cx)

ANHA