​​​​​​​Di êrişa dagirkeriya Tirk de 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da

Di bombebarana şeva din a artêşa Tirk a dagirker li ser baregehên hêzên hikumeta Şamê de 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Di êrişa dagirkeriya Tirk de 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da
20 mijdar, 2022   06:54
HESEKÊ

Nûçegihanê me ragihand şeva din derdora saet 1:00`ê balafireke şer a artêşa Tirk a dagirker baregeheke girêdayî hêzên hikumeta Şamê li gundê Til Hermel ê bakurê navçeya Zirganê ya kantona Hesekê bombe kir. Di encamê de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest da, hin leşkerên din jî birîndar bûn ku yek ji wan efser e.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyekî ji Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navçeya Til Temirê hatine bidestxistin, navên leşkerên hikumeta Şamê yên ku jiyana xwe ji dest daye wiha ne; Ekrem Silêman, Mihemed Rifaî, Reid Zeiran.ç

ANHA