​​​​​​​Di êrişa li Girê Spî de leşkerekî hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da

Hate diyarkirin ku di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li gundekî Girê Spî de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Di êrişa li Girê Spî de leşkerekî hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da
19 mijdar, 2022   23:39
EYN ÎSA

Seat di 01:00ʹê de, balafirên dewleta Tirk a dagirker nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê  Qizelî yê dikeve rojavayê kantona Girê Spî kir hedef.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên leşkerî dane ANHAʹyê, di bombebaranê de leşkerekî hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da.

ANHA