​​​​​​​Foza Yûsif: Em ê xwe biparêzin û tola şehîd û birîndarên xwe hilînin

Endama Desteya Serokatî ya PYDʹê  Foza Yûsif bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hemberî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker bi Rêveberiya Xweser û QSDʹê re bisekinin.

​​​​​​​Foza Yûsif: Em ê xwe biparêzin û tola şehîd û birîndarên xwe hilînin
19 mijdar, 2022   23:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê,  endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Foza Yûsif ji ANHAʹyê re axivî.

Foza Yûsif di destpêkê de diyar kir ku dewleta Tirk bi awayekî hovane û li ber çavê cîhanê û hêzên navnteweyî yên li Sûriyê êrişî herêmê dike û  got: "Em vê êrişa dijminane û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar dikin ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yekitiya xaka Sûriyê dike hedef. Ev êriş beşek ji siyasetên qirkirinê ye ku dewleta Tirk li dijî me pêk tîne."

Foza Yûsif anî ziman ku şerê terorî yê ku dewleta Tirk ragihandiye gefek li ser tevahî Sûriyê ye û destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze tirsê bixe dilê pêkhateyên herêmê û herêmê vala bike.

Foza Yûsif bang  li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  kir ku li hemberî siyaseta qirkirinê  helwestekê nîşan bidin û girêdana xwe bi xaka xwe û nirxên wê ve diyar bikin.

Foza Yûsif di dawiyê de got: "Divê gelê me bi hemû pêkhateyên wê di rewşeke awarte de bin, bi hêzên xwe û bi Rêveberiya Xweser  re bisekinin. Bila tevahî cîhan bizanibe ku em serî ji van gefan re danaxin, em ê parastina xwe bikin û tola şehîd û birîndarên xwe hilînin."

ANHA