​​​​​​​Koreya Bakur gefa bikaranîna çekên nukleerî xwar

Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un ragihand ku heke êrişeke nukleerî li dijî welatê wî pêk were, dê bersiveke xurt bidin û bombeyên atomê bi kar bînin. Tê payîn ku Konseya Ewlehiyê ya NYʹyê roja duşemê dosyaya Koreya Bakur gotûbêj bike.

​​​​​​​Koreya Bakur gefa bikaranîna çekên nukleerî xwar
19 mijdar, 2022   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Koreya Bakur ragihand ku serokê Koreya Bakurê Kim Jong Un diyar kir ku heke êrişeke li dijî welatî wî pêk were, dê bersiveke xurt bide û bombeyên atomê bi kar bîne.

Li gorî ajansê, Kim Jong Un bi xwe ceribandina moşekan ku Koreya Bakur roja înê pêk anîbû, bi rê ve bir.

Ji dema ku Kim di Îlonê de ragihand ku Koreya Bakur siyasetekê bimeşîne ku dê statuya wê ya nukleerî "bêveger" bike, DYA’yê tevkariya li herêmê xurt kiriye. Di vê çarçoveyê de tetbîqatên leşkerî yên hevbeş pêk tîne û li rêbazên xurtkirina parastinê ji bo Koreya Başûr û Japonyayê digere.

Li aliyekî din hat ragihandin ku Konseya Ewlehiyê ya NYʹyê dê roja duşemê civînekê ji bo nîqaşkirina dosyaya Koreya Bakur li dar bixe, nemaze piştî ku Pyongyangê roja înê moşekên balîstîk ceribandin.