​​​​​​​Kongra Star têkildarî teqîna li Silêmaniyê peyama sersaxiyê da

Meclisa Kongra Star sersaxî da malbatên qurbaniyên teqîna li Silêmaniyê û banga girtina tedbîran ji bo parastina zarok û jinan kir.

​​​​​​​Kongra Star têkildarî teqîna li Silêmaniyê peyama sersaxiyê da
19 mijdar, 2022   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li taxa Kaziwa-2 ya bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ji ber gaza xwezayî teqînek pêk hat. Di encama teqînê de 15 kesan jiyana xwe ji dest da, 12 kes jî birîndar bûn.

Meclisa Kongra Star têkildarî mijarê peyama sersaxiyê da malbatên qurbaniyan.

Di peyamê de hate gotin: "Belaya hatiye serê gelê me yê Başûrê Kurdistanê, ya me tevan e. Em ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê û ji birîndaran re şîfayê dixwazin. Em hêvî dikin ku her kes ji karesatên bi vî rengî yên ku sedemên wan teknîk in, dûr be. Em bang li desthilatê û aliyên xizmetguzariyê dikin ku ji bo parastina jin û zarokên li malan tedbîran bigirin. Her wiha bang li hemû malbatan dikin ku tedbîrên silametiyê pêk bînin û bi awayekî rast sîstemên gaze û hwd bi kar bînin. Nexasim ku em ketina demsala zivistanê ku tê de îhtimala bûyerên bi vî rengî zêde ye.”